Endamê Desteya Siyasî ya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Besam Seqir got, polîtîka yekrengî ya li ser civakê serwer e, yek ji sedemên aloziya Sûriyê ye û Sîstema Xweseriya Demokratîk wekî çareserî pêşniyaz kir.
Seqir ji bo taxên Helebê yên rizgarkirî got, "mirov dikare sîstema xweseriya demokratîk bide rûniştandin. Nexasim niha li wan taxan sîstemeke xizmetguzarî û parastinê tineye ku jiyana welatiyan biparêze. Niha bi riya van meclîsên herêmî yên gel bi xwe hilbijartî, jiyan tê birêxistinkirin. Ji van meclîsan tê xwestin ku pêdiviyên jiyanê yên weke parastin, perwerde û xizmetguzariyê pêk bînin."
Seqîr bi bîr dixe ku li wan taxan sîstema rêveberî û ewlekariyê ya bingeha wê demokrasî ye hatiye rûniştandin û wiha dewam kir: "Welatiyên wan taxan jî xwe azad hîs dikin. Naxwazin şer biqewimê û xwîn zêdetir were rijandin. Tecrûbe ji şerê li Sûriyeyê diqewimê digrin."
Besam Seqir îşaret bi navendîbûna Sûriyê û tesîra wê ya li ser wêrankirina Helebê kir û got, "Ji ber vê yekê mecbûr e ku sîstemeke nenavendî û demokratîk were rûniştandin. Sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di avêtina vê gavê de mînaka herî baş e. Sîstema Xweseriya Demokratîk dê Helebê ava bike û jiyana bi ewle û aram ji welatiyan re peyde bike."
Endamê Desteya Siyasî ya MSD´ê Besam Seqir yekrengiya polîtîkayê ya ku li ser civakê tê ferz kirin, wekî sedema aloziya li Sûriyê bi nav kir û got, "Divê hemû partî û rêxistin modêleke demokratîk û azad ava bikin, di aliyê xizmetguzarî û ewlekariyê de pêdiviyên welatiyan pêk bînin. Di aliyê rêveberina van taxan de hevpeymana civakî bingehê jiyana hevbeş a di navbera rêxistin û partiyan de ye."
ANHA