Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîna xwe ya asayî de berdevkê xwe yê fermî diyar kir. Berdevkê fermî yê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê ye.
Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêr civîna xwe ya asayî bi deste û buroyên rêveberiyê re li navenda rêveberiyê ya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî li dar xist. Di civînê de rewşa karê deste û buroyan hate nirxandin, her wiha plana kar hat danîn.
Di civînê de hevserok, cîgirên meclisa rêveber, hevserokên desteyan û buroyên Rêveberiya Xweser amade bûn.
Beşdaran bûyerên dawîn li herêmê û li bajarê Idlibê, her wiha daxuyaniyên Tirkiye û Emerîkayê yên dawîn li ser çêkirina herêmeke ewle nîqaş kir.
Beşdaran teqez kir ku şênî û pêkhateyên gelê Bakurê Sûriyê pişta xwe nadin ti aliyê derve ku parastina wan bike, wan ala berxwedanê hildaye û ew li pêşiya gef û planên dagirkeran sekinîne.
Meclisa Rêveber li ser girîngiya pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji koçberên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re jî teqez kir ku ev yek ji bendên girîng ên plana paşerojê ye.
Meclisa Rêveber, Luqman Ehmê jî wek berdevkê fermî yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir.
ANHA / EYN ÎSA