
MEED SELÛM / AZAD SEFO / ANHA
Hevserokê Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê, Senherîb Bersûm diyar kir ku hemû meclîsên gel ên girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên Bakurê Sûriyê, piştî ku qonaxa sêyemîn a hilbijartinan pêk bê, dê bên betalkirin û li şûna wan, meclîsên nû hatine hilbijartin dê bêne erkdarkirin. Ev jî wê bibe avakirina rewabûna sîstema federaliya demokratîk li Bakurê Sûriyê û li Rojava.
Di derbarê mijara rêbazên hilbijartinan û rêbazên veqetandina dengên hilbijartinan û hesibandina wan de Hevserokê Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Senherîb Bersûm ji ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî.
Li gorî qanûna hilbijartinan serketî tên hesibandin
Senherîb Bersûm, destpêkê got, çalakiya hilbijartinan li gorî qanûna hilbijartinan a Meclîsa Damezrêner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê pêk hat ku rêbaza lidarxistina hilbijartinan û birêxistinkirina lîsteyên hilbijartinan û diyarkirina navendên hilbijartinan, diyar dike. Her wiha rêbaz û şêwazên veqetandin û hesibandina dengên hilbijêran zelal dike.
Bersûm destnîşan kir ku Komîseriya Bilind a Hilbijartinan rêbazên elektronîk di çalakiyên veqetandin û hesibandina dengan de bi kar tîne û xwe dispêre sîstema “Hare/Niemayer” da ku dengên serketî li kanton, bajarok û navçeyan ên hilbijartinên 1’ê Kanûnê diyar bike.
Meclîsên hilbijartî wê bi erk bin
Bersûm da zanîn ku hemû meclîsên gel ên girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên Bakurê Sûriyê, alîkarî û piştgriya avakirina saziyên Federaliyê yên Bakurê Sûriyeyê dikin û li ser vê yekê, piştî ku qonaxa sêyemîn a hilbijartinan pêk bê, dê bên betalkirin û li şûna wan meclîsên nû hatî hilbijartin ên hersê herêman ango Cizîr, Ferat û Efrînê dê bên erkdarkirin.
Meclîs, komîteyan bi hevkariya komunan hildibijêrin
Derbarê rêbazên birêxistinkirina kar û xebatên meclîsan de piştî ku encamên hilbijartinan bêne eşkerekirn û navên namzetên serketî bêne diyar kirin, Hevserokê Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Senherîb Bersûm di dawiyê degot, “Piştî hilbijartinan hemû meclîs dê civînên xwe li dar bixin û hevserokatiya xwe û cîgirên wan di nava namzetên serketî de hilbijêrin. Heman mijar derbarê şaredariyan de jî lê ye. Endamên din jî dê di nava 10 komîteyan de bêne belavkirin û dê weke pergala rêxistinî ya meclîsan be û ev komîte jî dê hevkariya komînan li gorî pisportiya her komîteyekê, xebatên xwe bimeşînin.