
Hejmara kovara Bîrnebûn a hunerî, çandî û lêkolînî ya Kurdên Anatoliyê bi mijara “Sînemaya Kurdî” derçû.
Kovara Bîrnebûn ku yekane kovar e li ser çand û hunera Kurdên Anatoliyê dadiqule, bi hejmara xwe ya 65´an derket pêşberî xwendavanên xwe. Di hejmara nû de li gel nivîsên li ser sînemya Kurdî ji zarava û devokên Kurdên Anatoliyê jî nivîs hene. Wekî mînak rêzeçîroka Dr. Mikaîlî “Sîyarê Têrika” bi Kurmanciya Mikaîlîyên Polatliyê û Xamgerlî Bane û Smaylê Şêxbizeynî jî bi zaravayê Şêxbizinî nifirên wan nivîsîne. Her weha Memduh Selîm hevpeyvînek bi Tirkî “Bilge bir Şexbizeynî (Zanayekî Şêxbizinî)” bi Hemdî Xoce re kiriye. Hevpeyvîneke din jî Muzaffer Ozgur li gel hunermendê Kurd ê Anatoliyê Nedîm Dag re li ser hunermendî û hunera wî hatiye kirin.
Dosyeya sînemaya Kurdî
Li ser sînemaya Kurdî jî di kovarê de du nivîsên berfireh hene. Mem Xelîkan çavderiya xwe ya bi pêşengiya KOMKURD-ANê 2´Nîsanê li Enqere paneleke bi navê “Sînema û Belge Fîlma Kurdî” hatî lidarxistin, nivîsandiye. Muhammet Gozutok jî bi sernivîsa “Kurte nêrînek li dîroka sînemaya kurdî” awirek gerandiye li ser sînemaya Kurdî. Nivîskar di gotara xwe de dide xuyakirin ku yekemîn fîlma ku li ser Kurdan e fîlma Gras: A Nations´s Battle for Live ( Mêrg: Şerê man û nemanê yê Neteweyekê” ye di sala 1925´an de ji hêla Marian C. Cooperê ku derhênerê fîlma navdar King Kong e. Fîlma ku 71 deqîqe ye li ser jiyana eşîra Bextîyarî ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Her weha nivîskar behsa fîlma “Zarê” ku sala 1926´an li Erîwanê hatiye kişandin, dike û sînemaya Kurdî piştî qonaxa Sovyet û Ewrûpayê xwe digihîne sînemaya Yilmaz Guney. Di jêrenivîsa “Di nav Kurdên Anatolyayê de sînema” de mînaka hin berhemên ku ji alî derhênerên Kurdên Anatolyayê hatine çêkirin, dide û sînemagerên Kurdên Anatolyayê dide nasîn.
Di kovarê de her wiha behsa komcivîn û hin xebatên KOMKURD-AN (Komele ya Çand Piştevanî û Piştgiriya Civakî ya Kurdên Anatoliya Navîn) tê kirin.
Adem Ozgur jî bi sernivîsa “Rojnamegeriya Kurdan û Kurdên Anatoliya Navîn” qala serpêhatiya rojnamegeriya Kurdî û di vê qadê de cîhgirtina Kurdên Anatoliyayê dike.
Ji bilî wan helbest û ji bo hînkirina rêzimana Kurdî nivîs jî di kovarê de cîh digirin.
Kovara Bîrnebûn
Bîrnebûn kovareke hunerî, çandî û lêkolînî ya Kurdên Anatoliya Navîn e. Hejmara Bîrnebûnê ya yekê di zivistana sala 1997’an li bajarê Elmanyayê Wetzlerê hate weşandin. Ji hejmara 2´an û vir ve li Swêdê, li bajarê Stockholmê tê weşandin.
Piraniya mijarên kovarê li ser Kurdên Anatoliya Navîn, ziman û çanda wan e. Kovar ji aliyê Weşanxaneya Apecê ve tê çap kirin û weşandin. Heta niha 65 hejmar derketine. Berpirsê kovarê xwediyê weşanxane û çapxaneya APEC´ê Alî Çiftçî ye. Kovar sê mehan carekê derdikeve. Kovar bi Kurdî û Tirkî ye lê piranî û giraniya nivîsan bi Kurdî ye. Her weha di kovarê de nivîsên devok û zaravayên Kurdî ên cihêreng ên Kurdên Anatoliyaya Navîn jî hene.
Ê dixwazin dikarin hejmarên kovarê bi avayê pdf´ê ji malpera http://www.birnebun.com/hejmar.htm daxînin.
NAVENDA NÛÇEYAN