EVRÎM KEPENEK/ JINNEWS/STENBOL

Kardeş Turkuler ku beriya bi 25 salan yekem konsera xwe da, doh li Stenbolê yekem konsera xwe ya 25 saliya xwe li dar xist. Hunermenda perkusyonê ya komê Dîler Ozer diyar kir ku Kardeş Turkuler li gel muzîk û reqsê, ji bo aştiyê jî rêwitiya hêviyê ye.

Kardeş Turkuler ku ev 25 sal in li ser sahneyê ji erdnîgariya Anatoliya û Mezopotamyayê stranên cuda distrîne, 25’emîn salvegera xwe, doh bi konsereke bi heybet li Most-Unique pîroz kir. Candan Erçetîn, Ayşenur Kolîvar, Dalepe Nena û Mîkaîl Aslan jî wê piştgiriyê bidin komê. Her wiha ji Kardeş Turkler ji bo hezkiriyên muzîkê surprîzeke plakê jî heye.

Hunermenda komê Dîler Ozer li ser Kardeş Turkuler û muzîka xwe axivî.

Ev şend salin ku hûn di Kardeş Turkuler de cih digirin û di komê de peywira we çi ye?

Ji roja hatiye avakirin ve ez di komê de wek perkusyonîst dixebitim. Car caran min karê organîzasyonê jî kir. Ji ber ku em ne komeke klasîk in. Ev 25 sal in ez di vê komê de me û ev demeke dirêj e em ji bo vê konserê, xwe amade dikin.

 Beriya bi 25 salan Kardeş Turkuler çawa hat avakirin?

Me konsera yekem sala 1993’yan da. Sala 1993’yan di Kuluba Folklorê a Zanîngeha Bogazîçî de fikrek derket holê. Komek heval, me koma xwe ava kir.

Di konsera me ya yekem de stranên bi Kurdî, Tirkî, Ermenkî û Azerî hebûn. Me cara yekem li Zanîngeha Bogazîçî konser da. Piştre me li navendên rêxistinên civaka sivîl û navendên çand û hunerî ev konser dan. Piştre li gelek cihên cihê me hunerê xwe pêşkêş kir. Tevgerek hebû. Pêvajoyeke şer jî hebû lê li aliyê din jî di warên din de jî têkoşer dihatin cem hev. Vê jî mirov ber bi hilberînê ve dibir.

Wan çaxan, belê çapemeniyê em nîşan nedidan. Lê me di kanalên din de dengê xwe dida bihîstin. Heta wê demê, di 8’ê Adar û Newrozan de me dengê xwe dida bihîstin. Dirûşmeyeke me ya ‘em bi hev re bi hêz in’ hebû. Ez dîroka wê baş nizanim lê di mîtîngeke jinan de em jî hebûn. Salên 90’î hem derketina me bû hem jî pêvajoyeke tijî destketî bû.

Piştre berê we bi ku ve çû?

Serê salên 2000’î, bi pêvajoya Yekitiya Ewrûpayê re bi avêtina pêngavên demokratîkbûnê re, warên nû li me vebûn. Ji bo welat rewş wisa bû û ji bo me jî xwendevanî qediya. Demek bû ku pêngavên profesyonel dihatin avêtin. Sala ku me albuma yekem derxist, em wek kom derketin turneyê û konsera me ya Harbiyeyê bû. Di nav demê de ne tenê stran, reqs li bernameyên me zêde bûn.

Kardeş Turkuler çawa kariye 25 salan bimîne?

Belê 25 sal derbas bûn. Di vê pêvajoyê de bêguman her kes ne heman kes in. Hinek hevalên ku rolên girîng lîstin niha ne di nav me de ne. Tevlîbûnên cuda çêbûn, kom hate xurtkirin. Ji ber em ne komek muzîkê ya klasîk bûn, em li ser piyan man.

Dema ev kom derket holê, li vî welatî mirov dihatin globalkirin, her tim cudakerî hebû. Em dîsa di pêvajoyeke wisa re derbas dibin. Ne tenê li Tirkiyeyê li her derê cihanê ev heye. Ez her tim li dijî vê derdikevim. Ji ber vê fikrê, Kardeş Turkuler neqediya.

Disiplîneke we ya çawa heye?

Ez nikarim bibêjim ku em her tim bi rêk û pêk dixebitin. Lê çande me ya xebatê heye. Heger konsereke me hebe, em di çarçoveyekê de dixebitin. Nîqaşkirin û axaftin ji bo me hemûyan baş e. Piştre prova dest pê dikin.

Di çarçoveya 25’emîn salvegerê de bernameyên we yên cuda hene?

Konsera me ya îşev bi hêmayên dîtbarî tê destekkirin. Ev cudahiyek e. Dostên me yên muzîkjen jî wê li gel me bin. Wê sahneyeke qerebalix be. Konserên wek vê, wê di Tebaxê de li cihên din pêk bên. Di 5’ê Tebaxê de li Altinoluk, di 11’ê Tebaxê de li Antalyayê, di 18’ê Tebaxê de li Bodrum û di 19’ê Tebaxê de jî wê li Datçayê pêk bên.