Rêwîtiya Iraqiyan a ber bi herêmên xweseriyê yên Rojavayê Kurdistanê ve çîrokek e ku li ser devê her koçberekî Iraqê ye. 

Heya koçber digihîje Rojava, bi seatan di bin germa tava havînê de dimeşe û bi dehan nexweşî ji ber vê yekê vedigirinê. Di vê navberê de rastî dehan bermahiyên kujer ên DAIŞ’ê yên weke mayîn, kemîn û hwd jî tên. Gelek ji wan jî di van kemînan de tên qetilkirin û rizgar nabin.


Ji her malbatekê 20 hezar dolar digrin

Qaçaxçiyên ku van mirovan ji Iraqê derdixin, ji her malbatekê 20 hezar dolarên emerîkî ku nêzî 10 milyon L.S ne jî distînin.

Heya niha zêdetirî 5 hezar û 500 koçberên Iraqê ku hejmara wan rojane zêde dibe, li Rojava li di kampa Holê ya ku bi taybetî ji wan re hatiye veqetandin, dimînin. Kampa Holê ji 500 kom û malan pêk tê.

Li kampê gelek pêdiviyên sereke yên jiyanî nayên peydakirin. Nexasim av, elektrîk û gaza kampê kêm e. Her weha ji ber ku rêxistinên mirovî yên cîhanê û saziyên mafên mirovan destê alîkariyê nadin herêmê, madeyên xwarinê jî di depoyên kampê de kêm in.


Soza alîkariyê dan

Gelek rêxistinên mirovî di demên dawiyê de bi Buroya Karûbarên Rêxistinan a girêdayî Desteya Karûbarên Civakî re civiyan û soza alîkarîdayîna koçberan jî dan. Tê payîn ev heya kêmî mehekê dest bi karê xwe bikin.

Di demekê de ku hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê li Mûsil a Iraqê zêde dibe. Çete sivîlên herêmê direvînin, dikujin û ji xwe re weke mertalên zindî bi kar tînin, rayedarên Rêveberiya Xweser a Rojava beriya demekê destnîşan kiribûn ku mumkin e hejmara koçberên Iraqê ku xwe dispêrin herêmên xweseriyê bigihîje 10 hezaran. Her weha Neteweyên Yekbûyî jî beriya demekê di raporeke xwe de gotibû, dibe ku hejmara koçberên Iraqê li Rojava ji 50 hezarî bibihure. 


 ANHA/HESEKÊ