
Luqman GULDIVÊ
Li bajarê Lehistanê Krakowê bi kuratoriya Dr. Joanna Bochenska li Pirtûkxaneya Bajêr pêşangeheke wêneyan a wênegir û çiyager Gokmen Onay ê ji Bazîdê hat vekirin. Pêşangeha ku 5´ê Cotmehê deriyê xwe bi navê "Xwedê Kurd afirandin da ku çiya xalî nemînin" wê heta 11´ê Mijadarê jî ji xelkê re vekirî be. Li ser vê pêşangehê û bi giştî li ser fotograf, maneyên wêne, estetîka wê, tecrûbeya şexsî û fotograf weke huner em hem bi Dr. Boshenska û hem jî bi Gokmen Onay re peyivîn.
Fotograf, nexasim jî klîşeyên kêliyan ji ber rawestandina kêliyê di wêneyekî cemidî de tesîreke ecêb li mirovan dikin. Kadraj, reng, ronî vediguherin hêmanên ku encama hunerî û tesîra li temaşevanê wê diyar dikin. Lê gelo, hunerek dikare bê dildariyê tenê weke pîşe bibe hostekariyeke ferdî? Tişta Gokmen Onay li ser wênegiriya xwe dibêje, bersivê dide vê pirsê jî: "Dema min ev kar kir, min xwe azadtir hîs kir. Lê hîna jî ji bo ez debara xwe bikim, di karê cuda de dixebitim. Lê ez bi xwestekeke mezin fotografan digirim. Ti hewldana min nîne ku ez vî karî weke pîşeyekî bikim." Sohbeta bi canik Bochenska û camêr Gokmen re li ser fotograf, pêşangeh û huner ji bo we xwendevanên ezîz e.

Ez dixwazim bi tercîha we ya ji bo navê pêşangehê dest bi pirsên xwe bikim. Çima "Xwedê Kurd afirandina da ku çiya xalî nemînin"?
(Ji ber ku biryara nav Dr. Bochenska daye, ew bersivê dide) Navê vê pêşangehê ji peyva orîjînal "Allah Kurtleri yaratti daglar hali kalmasin diye (Xwedê Kurd afirandina da ku çiya xalî nemînin)". Ez gotineke orjînal bi kar tînim ji ber ku heger wisa nebe, fikra vê peşangehê wê ne zaf zelal be. Em baş dizanin, ev gotineke ne baş bû ji bona Kurdan ya ku Tirkan carinan bi kar dianî. Û gelek gotinên din yên wisa hebûn...Lê gava ku min weke jineke biyanî, ji derve ev gotin bihîst ji bo min wek helbestê dihat. Heger em peywenda xerab rakin, peyv bi xwe balkêş û xweşik in jî. Yanî bê guman em dikarin peyva "hali" weke "tenê" fêm bikin. Û ev pêşangeh, maneyeke wisa jî heye ku em di nava tarîtiyê de ronahiyê bibînin. Bi qasî ku Tirk ewqasî peyvên xerab ji bo Kurdan bi kar tînin, em ê niha ji ber vê yekê xemê nexwin û hêzê peyde bikin ku bedewiyê di nav wan de bibînin. Heger em dikarin bibînin belkû Tirk jî dikarin, heger bedewî neku kirêtiyê bibînin, nikarin ji dilên xwe rakin. Problema wan ev e ku bi dirêjayî, gelek salan tenê xerabî didîtin ji ber ku rejîmê tenê behsa xerabiyê dikir. Ew ji wê ditirsiyan, rejîmê xwest wê ji holê rake. Em dibêjin metirsin, bedewiyê bibînin, em jî îro di nava peyvên we yên xerab de dixwazin bedewiyê bibînin. Lewma navê pêşangehê fikra min bû, lê bi dilê Gokmen jî bû. Ji ber ku wêneyên wî jî dinyayeke wan a wisa heye ku divê mirov raweste û bi dîqet li wan binihêre. Carinan em dinyayeke pir sade û xemgîn dibînin, lê hê jî ew dikare bedewiya mirovan bi detayên piçûk, bi dîqeta ji bo hîs û tevgerên wan nîşan bide û bi ya min berhemdarî jî ev e, ne ku peykerên mezin û bi zêr.
Min Gokmen beriya bi salan nas kir, ji destpêka nasandina min a Kurdistan û Bazîdê sala 2002´yan, lê tenê niha min karibû pêşangeha wî saz bikim. Wî negatîfên xwe dan min da ku karibim wan bi qaliteyeke baş scan bikim û da ku em bi hev re wêneyan ji bo ve pêşangehê hilbijêrin. Min gelek wêneyên wî berê dîtin, lê gava ku min ew scan kirin, kêfa min zaf jê re hat û min pirr xwest pêşangeha wî li Krakowê çêbe. Niha em jî ligel Xanima Chris Kutschera, Edith wêneyên Gokmenî ji bo Kurdistan Photolibrary ya projeya wê ya online ji bo nivîsandina dîroka Kurdan bi wêne hazir dike. Lê hêviya min jî ev e ku ev pêşangeh li Ewrûpayê bigere. Ev bêyî alikariya Kurdan û mirovên derve ne mumkin e. Em bi hêvî ne kesên bixwazin alîkariyê bikin! Bi saya piştgiriya fona Navenda Zanistê ya Lehistanê (NCN) pêşangeh amade ye û li xelkê vekiriye.
Di pêşangehê de 52 fotografên ku cenabê te girtine hene, pîvanên neqandina wan çi bûn?
(Ji vir û bi şûn ve Gokmen Onay berivan dide) Ev wêne min û Joanna bi hev re neqandin, lê belê hevalên me jî bi fikrên xwe ji bo vê alîkarî dan me. Dema me ev fotograf hilbijartin, me hewl da ku rêze-fotografekê çêkin ku karibe Bazidê û girêdayî wê Kurdan bi her awayî îfade bike. Me xwest bi hin wêneyên ji çalakiyên çandî, çalakiyên sporê, jiyanê, ji jiyana polîtîk ya bajêr, jiyana wê derê bi xwe bidin nîşan.
Di vê xebatê de wekî din keda kê heye?
Li Krakowê xwendekarên zanîngehê û xebatkarên pirtûkxaneya bajêr di pêvajoya amadekariyê ya pêşangehê de xwedî kedeke mezin in. Fotografên ku me di pêşangehê de nîşandan, filmên negatîf me bi şêwazê dijîtal amade kirin. Ez malavahiya her kesa bi keda xwe alîkarî bi me re kiriye dikim.
Em dixwazin heman pêşangehê li welatên din jî nîşan bidin. Dibe ku li Ewrûpayê li çend welatên din jî bête nîşandan.

Heta niha çend pêşangehên cenabê te yên şexsî çêbûn?
Berî niha li Macaristanê, li bajarê Budapeştê di pêşangeheke têkel de fotografên min cîh girtin. Piştî erdheja li Wanê, bi navê “Wan hîn dijî” bi fotografên ku berî erdhejê û piştî erdhejê hatibûn girtin, me pêşangeheke têkel çêkir û fotografên xwe tevî xebatên hevalên xwe min nîşan dan. Ji ber vê yekê Krakow pêşangeha min a yekem a şexsî ye. Ez hewl didim bi hin fotografên xwe jî tevlî hin çalakiyên hunerî bibim.
Ma di navbera estetîk û vegotinê de tewazûnek heye?
“Balans” peyva “tewazûn” yan jî ahengê ya Kurdî tîne bîra min. Deng û gotina ku êdî di dawiya demê de dimîne tîne ziman. Di vê çarçoveyê de ew tişta ku estetîk e, bi demê re di nêrîna giştî de xwe digihîne nirxekî, ahengê digire. Dema deklanşor asê dibe, êdî ew gewher bi xwe derdikeve.
Di navbera fotografên reş û spî û yên bi bêhtir rengan de di warê estetîk û vegotinê de cenabê te ferqeke çawa dibîne?
Ji bo kesekî nabîne, reng bi gotineke çandî xwe çêdike. Dema roj derdikeve û ronahiya wê xwe dide der, hezar şêwazê rengê zîv derdixîne holê. Ji bo kesekî ku çavê wî dibîne her ku pêla reng nêzî hev dibe ferq zehmet dibe. Lê belê bi nihêrîna kor ji ber reşahiya li ber çav kêm dibe, ev ferq hesantir dibe. Di rastiyê de fotografekî ku em reş û sipî dibînin, hîn zelaltir tê dîtin. Fotografekî bi bêhtir rengan diwestîne û ne diyar e. Di vê çarçoveyê de fotografên ku wate yan mijarekê îfade dikin di reş û spî de bi nihêrîneke hîn zelal û safî wêneyî nîşan didin. Lê di fotografekî rengîn de ev bi baldariyeke zêdetir ku çav dixapîne çêdibe. Yan jî bi gotineke gilover em dikarin bibêjin ku fotografê bireng behra nefsê ne ji bo çavan.
Cenabê te bi daxwaza xwe xwest bibe hunermendê fotografê yan bûyeran kir tu bibî wênegir?
Bi awayekî xwezayî hunerê min ê wêne çêkirinê bi pêş ket. Lê min nedixwest ku ez weke pîşeyekî vî karî bikim. Di zaroktiya xwe de min xeyal dikir ku bibim şêwekarek, lê min nedixwest ez girêdayî vê daxwaza xwe bimînim. Di demekê de ez difikirîm ku xêzkirina resman wê min sînordar bike, min fotograf nas kir. Dema min ev kar kir, min xwe azadtir hîs kir. Lê hîn jî ji bo ez debara xwe bikim, di karê cuda de dixebitim. Lê ez bi xwestekeke mezin fotografan digirim. Ti hewldana min nîne ku ez vî karî weke pîşeyekî bikim.
Dema cenabê te fotografên çiyayên Kurdistanê û Kurdan girtin, di vê demê de herî zêde çi bala te kişand, di pêvajoya demê de te çi guhertin dîtin?
Di zimanê Erebî de 600 navên hêştirê hene, dîsa di zimanê înnuît de 30 navê berfê hene. Di Kurmancî de ji bo çiya jî gelek nav hene, lê belê dîsa jî navên weke “cebel”, “kuh” û “dax” ji zimanên cîran wergirtine. Peyvên “Cebel Ekrad”, “Kuh-î Nuh”, “Qerecdax” û wekî din hene. Ango, em dikarin bibêjin ku çiya ji bo Kurdan dostê herî baş e. Dema dibêjin “kurtî”, “çiyayî” an “Kurdê çiya” jî Kurdistan welatê çiyayê xweşik e. Çawa ku Kapadokya welatê hespên xweşik be, ew jî weha ye. Lê bi fikra min ne rast e ku em Kurdistanê tenê weke welatê Kurdan bibînin, wê demê em berê xwe ji wan çiyayên ku dostê wan yên herî baş in, diguherînin. Ji ber vê yekê ez Kurdistanê weke welatê çiyayan, mîna Katmandu dibînim û dixwazim navê Kurdistanê bi vî rengî bi kar bînim. Hêvî dikim rojek bê ku dema me got Kurdistan, herkes mîna berê weke “welatê çiyayan” vî navî bi kar bîne. Lê belê îro çiya bi bendavan dixeniqin û bê însan tên hiştin. Li bajarê kêleka avê, daketina deryayê weke civakîbûnekê tê dîtin. Lêbelê li zozanên bilind jî çiya seyrangehên cîvakîbûnê ne. Li çiyayan govend mil bi mil, li Deryareş horon dest bidest, li deştê bozlak çepik biçepik, li ege zeybek tilî bi tilî ye. Guherîna li çiya çiqasî hindik be jî, her tiştên însanî yên din ewqas bi lez diguherin. Fotograf çarçika kêliyên herî xweşik e, lê ji bo fotografekî bîranînê bigirin gelek insan ji çiyayan dihatin dikanên fotografan. Piştî ku mekîna wênegiriyê ji dikanan derket û kete nav destan, her dema ku mekîne didîtin û dengê flaşê dibihîstîn dikeniyan. Piştî demekê fotograf êdî bû navgîneke danûstandinê. Zarokan bi kêfxweşî li pey fotografvanan baz dida, pîr û kal jî bi meraqeke veşartî di bin çavan re li kadrajê temaşe dikir. Lê wê dema ku êdî fotograf weke delîlekê hat bikaranîn, însan êdî jê aciz bûn û êrîşî makîneya fotografê kirin. Mixabin di dawiyê de zarok teslîmî deklanşorê bûn û destê xwe rakirin. Bi vê yekê fotograf êdî di warê sembolê de di navbera deklanşor û tetika sîlehê de asê ma. Belkî jî wê dualîzma vî hunerî ya miqabilî pênûs û şûr wê ji vê derê dest pê bike.
Ji bilî Kurdan û çiyayan jî hin mijarên fotografên cenabê te hene gelo?
Li cihê ku ez digerim û li welatê ku rêya min tê re derbas dibe, hewl didim ku tevlî çalakiyên herêmî bibim. Ev jî di fotografên min de tê dîtin. Fotografên festîval, pêşbirk yan jî yên di çalakiyên siyasî de hatine kişandin, dihêle ku ew bajarê ku mirov lê digere baştir fêm bike. Bê guman mekan bandoreke mezin li ser mijara fotografê dike. Ya rastî, ew kêliya cihê ku mirov lê ye deriyê esasî yê kompozîsyona mirovî ye. Xebatên min bi vî rengî cihereng dibin. Di gelek fotografên ger û geştê de ez bûyer, insan yan jî xwezaya li kolaneke ji rêzê digirim. Hin caran ez van weke rêzefotografan, weke çîrokekê digirim. Weke mînak, weke karwanê asya ya dixwest biçe Filîstîne yan jî bajarên antîk yên Ege ye.

Weke hunermendekî fotografê, maneya fotografê ji bo cenabê te çi ye?
Di zimanê Yewnanî de wateya ´foto´ ronahî ye û ´graf´ jî nivîsandin e. Bi awayekî giştî ev peyva ku tê wateya ´nivîsandina bi ronahiyê´, Kurdî de çîroka sîtavkê tîne bîra me. Ev peyv ji ´sî´ û ´tav´ê çêbûye.
Çîrok gelekî balkêş e. Çîrok behsa perwerdeya mîrzayekî li Enderûnê dike. Mîrza, di bin erdê de beyî ku ronahiya tavê bibîne perwerdeya xwe didomîne. Ji nişkê ve ji nav dîwêr ronahiyekê dibîne. Ji ber ku ti carî tîrêjeke ronahiyê ya bi vî rengî nedîtiye, hişê wî ji serê wî diçe. Êvarê dema mamosteyê wî tê perwerdeyê pirsa vê sîtavkê dike. Mamosteyê wî dema dixwaze ku tişta dîtiye terîf bike, dibêje, “Ji nişkê ve weke şûrekî ji dîwêr kete hundir. Min xwest ez wê bigirim, lê belê di nava hundir de weke mijê belav bû. Dema min bi çavê xwe ew şopand, çavê min şewitandin. Ewqas diçewisî ku li pişt dîwarê ku lê diket sî çêdikir. Lê piştî demekê wenda bû. Lê diyar bû ku ji derve hatibû. Ew çi bû?”
Mamosteyê wî rewşê dizane û rûsipiyan agahdar dike. Dibêje, “Eger em bi derbekê re ji Mîrza re qala dinyaya derve bikin, ew ê hişê xwe ji dest bide û bibe mecnûn. Ew ê tiştan bi xe ber lêpirsînê, bê ka çima ji bo perwerdeyê hatiye hepskirin. Di vê mijarê de herkes sûcdar e.”
Ji ber vê yekê di bernameyê de guhertinê çêdikin û qonax bi qonax her roj perwerdeya ronahiyê didine. Ev pêvajo dibê weke çîroka sîtavkê. Çîrok, weke hundirê makîneyeke wênegiriyê ya dijî îfade dike. Wê kêliya ku dixwaze ronahiyê bigire, bandor li min kir. Fotograf, berhema wê kêliyê û wî fikrî ye. Ev çîroka ku berovajî îdeaya şikeftê ya Platon e, li cihekî zanyariya derbarê ronahiyê de îfade dike. Heger em cîh, weke şêwazê demê ya firehbûyî bi nav bikin, fotograf ew çarçika demê ya kêliyên girtî ye. Rêwîtî, rêwîtiyeke di demê de ye. Rewşên ku ji şêwazên fotografan yên di demê de çêdibin, çîrokên xwe jî ji berê ve tînin.

Cenabê te reng û ronahiyê çawa bi kar tîne?
Di çanda Çînê de li dijberê reş, ne spî, sor heye. Ango reng bi şêwazê otantîk, statîk nîne. Dema reng, di spektrûma prîzmatîk de ji rengê vekirî, ber bi rengê tarî vê diherike, şemayeke dagirtî derdikeve holê. Bi pirranî rengên mat dibijêrim. Weke çîroka sîtavkê, bi şêwazê arkeolojiyê li ronahiyê dinihêrim û ev bi demê re diyarker dibe.

Min ji ronahiya ezmanî sîtavk dizî

Cenabê te bêhtir fotografên insan yan jî xwezayê digire? Van mijarên di fotografan de cenabê te çima û çawa dibijêre?
Ya rastî, ez li ser her du mijaran jî bi pirranî kar dikim. Lê belê dema ez portreyekî insanekî bigirim, ev ji bo min hinekî taybettir e. Ez weha bibêjim; bi fotografan bi insanan re, bi xeyalên wan, dîroka wan, hêviyên wan û bi çandên wan re ez dikarim bêhtir elaqedar bibim û ez dixwazim wan bi temamî weke rastiya wan îfade bikin. Çîrokeke ku nivîskarek der barê jiyana gundekî de nivîsandiye, ez li wî gundî dijîm, û wê bi fotografan îfade dikim. Bi vê yekê tevî ku ez li pişt kadrajê me jî, bi awayekî di nav wê çarçika fotografê de ez cihê xwe digirim. Bi kurtasî, dema ez bi wan insanên fotografê re wê kêliyê parve dikim, dibim mêvanê jiyana wan, ew fotografên ku min ew girtine ji bo min dibin taybet.
Wer xuya dike ku di fotografên xwe de hun girîngiyeke taybet didin Serhedê, pirranî jî Bazidê; çima Serhed û Bazid?
Hêmaneke sereke ew e ku ev erdên li wan hatime dinê ne. Serhed herêmeke ku ez xwezaya wê, mirovên wê pirr baş nas dikim, aramiyê dixe nava dilê min. Herçî Bazîd e, cihekî weha ye ku ewqasî di nava kezeba min de cihê xwe girtiye ku di rêwîtiyên dûr de timî çavên min li çiyayên wê digerin. Ez hez dikim newaya dostane ya çayê îkram dike ya dengekî ez nas nakim, bibihîsim. Dema ku ez ji Bazîdê vediqetim, silbûn û dûrbûna xwe bi ecêban dide hîskirin. Ez parçeyekî Bazîdê me û Bazîd jî parçeyekî min e.
Tevî ku cenabê te Kurd e, tu dibêjî, tu bi zimanê xwe yê dayikê zêde nizanî. Elaqedarî vê rewşê hunerê fotografê û wênegirî ji bo te çi îfade dikin?
Dibêjin, dil çawa be, nefes jî weha bêhnê dide. Cografyaya ku em lê jiyane, bi tena serê xwe ne qedera me ye, lê belê bi hin aliyan jî qedera me ye. Ziman, deng û awaza çandê ye. Li zozanan bi hozanan, qesran jî bi dengbêjan xwe îfade dikir. Lê êdî li ser van erdan roj weke berê roniyê venade. Weke berê dîwan û malê gundan yên civatê jî nînin. Me jî çav berda televîzyonê û ew kursiyê rûniştine. Kêmzanîna Kurdiya min di serdema jenerasyona min de tenê pirsgirêka min bû, lê belê êdî di nifşê nû de weke pirgirêkeke giştî derdikeve pêşberî me. Min bi wêneyan ev pirsgirêka xwe îfade kir. Belkî ev ji bo min çareseriyek bû, lê belê ji bo nifşê nû êdî nikare bibe çareseriyek. Berovajî vê, ji ber ku min nikarîbû zimanê xwe ji qirika xwe derînim, min ji ronahiya ezmanî sîtavk dizî û min xwe îfade kir. Ji ber quhê min elimiyê vî zimanî bû, pirsgirêka min a fêmkirina wî nebû. Di encamê de şensê min hebû ku ez vê bi fotografan bînim zimên. Lê pirsgirêka nifşê nû, gelekî girantir e û pirsgirêkeke cidî ya civakî jî bi xwe re tîne. Belkî em karibin tiştekî ku şexsî be bi huner îfade bikin, lê pirsgirêkeke civakî ancex em dikarin bi awayekî çandî çareser bikin. Mixabin plansaziyeke me ya çandî ya bi vî rengî nîne. Gelek sedemên vê hene û belkî jî ev yek ewqasî zehmetiyê ji me re çêdike.
Cenabê te di fotografan de çiqasî cîh dide hestên di rû de? Kîjan awirên di rû de pirranî bandora xwe li ser fotografên te dike, bi te didin hîskirin?
Hezn û xemgînî, dihêle ku ji ken gelekî zêdetir masûlkên rû werin bikaranîn. Hetta em dikarin bibêjin ku sê caran zêdetir. Dibêjin, qermîçokên di rûye pîr yan jî kalekî de kêlên tirbê yên êvîne ne. Ev nîşaneyên di rû de weke ferhenga xeyalên şikestî, êş, kêfxweşî, jan, gazincan, kelecanan, hêviyan heta hemû peyvên di zimên de ne. Dibe ku ji ber evqas eşkere û tazî ne, li gelek aliyên cihanê me maske vedîtine, li Rojhilata Navîn jî rûpoş. Ji ber ku ji bo milê şikestî, milê kirasekî jî hebû. Ji bo rû jî pêdivî bi rûpoşê hat dîtin. Li dewsa ku insan bê rû be, veşartina rûy êdî bû adab û exlaqek. Rûpoş dewsa berçemê girt. Rû, ew derî ye ku li derûnê insên vedibe. Hezar rûye jiyanê hene. Di vê çarçoveyê de bawer dikim ku qermîçonkên di rû de rastî jî kêla gora tevahiya jiyanê ye.
Serhad û zozan hema bibêje tim bi hev re tên bîra mirova van; zozan, keriyên pez, şivan, cenabê te van çawa di kadraja xwe de bi cih dike?
Di fotografan de em beşeke gelekî hindik ê zozanan û jiyana li wir dibînin. Dema fotografan digirim, heta ji destê min tê ez hewl didim ku insan û xwezayê, her weha ew jiyana ku ew tê de cîh digirin, weke rastiya wê bixim kadrajê û kompozîsyoneke ji rastiyê dûr çênekim.
Cenabê te dikare behsa bîranîneke xwe ya dema wênegirtinê de bike?
Di rastiyê de bersîva vê pirsê gelekî zehmet e. Ji ber ku dema ji fetlînokan derbas dibe av kef dide. Û insan jî bi demê re di bin bandora çîrokên paşê yên hin fotografan de dimîne. Ev tişt, mijarek e ku zêde nikare bête nivîsandin, ji ber vê yekê ez fotografê hildibijêrim. Lê ez dikarim ji bo vê yekê, tişta ku min di pirsekê de behsê kir, weke mînakeke bidim; di pîrozbahiyeke Newrozê de dema bi makîneya xwe ya fotografan daketim qada Newrozê, rastî êrîşekê hatim. Bi alîkariya hevalên min yên li qadê berpirsyar bûn, beyî ku birîndar bibim min ev bela li pey xwe hişt. Ji ber ku fotograf piştî ku weke delîl tê bikaranîn, ji ber binpêkirina mafan ya elaqedarî vê yekê, nerazîbûna insanan gelekî zêde bûbû. Xelkê li meydana Newrozê, nerazîbûneke ecêb û gelekî hişk nîşanî wênegir û makîneya fotografê dabû. Êdî dem guherîbû. Ji bo desthilatdaran her rê û rêbaz rêwa bû. Fotograf jî delîlê herî mezin yê berbiçav bû. Deklanşor êdî ne bêguneh bû. Insan êdî tirsiyabûn û dest bi êrîşê kiribûn.
Bûk û bizin

Ev wêneyek e ku ji ber ceribandineke me ya amator a çêkirina filmekî maye. Me xwestibû jinên ciwan ên ku nedixwestin bizewicin lê bi zora malbata xwe dihatin zewicandin bi kurtefilmekê bi awayekî tesîrker îfade bikin û me xwe li ceribandineke piçûk a çêkirina filmekê qewimand. Dema ku me bûkanî kirê kir, jina dikandar ji me pirsî ka ji bo çi ye. Piştî ku bi mebesta me hisiya, nexwest pereyan ji me bistîne; got, hûn ji bo jinan karekî dikin, ma dibe ku ez mesrefê ji we re derxim. Vê yekê- gelekî tesîr li me kiribû. Me kembera bûkê sor hişt weke nîşana dîl û girtîbûnê. Kesê dixwaze dikare li navnîşana li jêr li filmê temaşe bike:
https://www.youtube.com/watch?v=OqcRHttT_EQ
Zarokên dibistana seretayî û çiyayekî din

Di dema xwepêşandaneke li meydana şaredariya Bazîdê de dibistanekê li meydanê dinihêrî. Zarokan bang li min kir, ez çûm û me henek li hev kirin, paşê jî min ev wêne girt. Piştî vê bi salan min li kafeyeke li Bazîdê deh wêneyên xwe ji bo pêşangehê daliqandin. Bi vî rengî hem mirovan çaya xwe vexwar û hem jî bêyî ku haya wan ji wan hebe, li pêşangehekê geriyan. Rojekê min dît ku ciwanekî 17 salî li ber vî fotografî sekinî û bi dûvdirêjî li wêne hûr nihêrî. Ez çûm cemê, min got, te di wêne de xwe dît. Wî got, erê. Lê ne bextewer bû, bêhtir xemgîn bû. Ji min re got, binihêre, ha ev ez im, ev jî hevalê min e, çû çiyê. Ez nizanim gelo sax e yan na...
Gulîzer û kurê wê

Gulîzera ‘Dîn’, kurê wê ew li erebokekê siwar kiriye û dibe malê. Piştî ku aqlê Gulîzerê ji serê wê diçe, mêrê wê, wê diterikîne. Êdî ji kolanan dimîne û gelek caran rastî êrîşên cinsî tê. Di encama van destavêtinan de zarok jî jê re çê dibin. Xelkê navçeyê wê baş nas dike, jin jî îhtîramê jê re digirin. Jinan îkram didan wê, ew dikir mêvan, ew dişûşt û porê wê şe dikir. Gulîzer êdî ne sax e, lê belê çîrok û serhatiyên wê tên gotin.
Jinên Roja Jinan a Cîhanê

Ev wêne di çalakiya bi rasthatina Roja Jinan a Cîhanê a li Bazîdê hat girtin. Di wêne de mirov dibîne ku du hevalên hev ên bi cilûbergên gelêrî, hem bi cilûbergên xwe û hem jî bi sekna xwe ji qelebalixa li dora xwe vediqetin.