Rêxistina Azadî bi pêşengiya Xalid Begê Cibranî û tevî axayên eşîrên Kurdan ên wê demê Kor Huseyîn Paşayê Heyderanî, zarokên Ebdulmecîdê Sîkanî, Xalid Begê Hesananî, Hecî Mûsa Begê Hoytîyî, rewşebîrên Kurd ên weke Parlementerê Bedlîsê yê berê Yûsûf Ziya, Doktor Fûad û rewşebîrên wê demê yên Kurd jî beşdar bûn. Pêşî di bi navê Komîteya Rizgariya Kurdistanê dest bi xebatên nepenî kirin.
Her ku çû rêxistina Azadî xwe mezin kir û piştre piştgirî ji rêberên olî yên Kurd Şêx Seîd û Şêx Ebdulqadir girt. Ji ber ku di makeqanûna komara Tirk a sala 1924’ê de Kurd bi awayeke tund hatin înkarkirin, rêxistina Azadî biryara berxwedaneke topyekun da û kadroyên xwe şandin cihên kul ê bi bandor bûn. Piştre Kemalîst agahiyên der barê berxwedanê de digirtin û ji ber vê yekê di 20’ê berfanbara 1924’ê de Xalid Begê Cibranî li Qamûşanê digirin. Rêwîtiya Xalid Beg ji Qamûşan heta Bedlîsê heta îro jî bûye mijara gotûbêjan.

Daxwaza sed lib zêr 

Hate diyarkirin ku rêberê Azadiyê, ku destê wî hatibû kelemçekirin û ji aliyê komeke biçûk a leşkeran ve hate birin, li bendê bû ku endamên din ên Azadiyê bên û wî rizgar bikin. Li ser rêya wî li Tûtaxa Agiriyê Ebdulmecîd Begê Sîpkanî, li Panosê Kor Huseyîn Paşa û li Melezgirê jî Xalid Begê Hesananî hebû. Lê yek ji van axayên Kurdan, Xalid Beg rizgar nekirin. Vê polemîkê mora xwe li dîroka nêzîk a Kurdan xist. Her çendî were gotin ku Xalid Beg, di rê de nameyeke devkî ji Kor Huseyîn Paşa re şandiye jî, lê heta niha tu agahiyên der barê nameyê de nehatine bidestxistin. Hesen Hişyar Serdî û ji begên Cibranî Qasim Demîralp agahî der barê naveroka nameya tê îdîakirin de digin. Li gorî îdîayan Xalid Beg bi awayek bi şîfre ji Huseyîn Paşa “sed lib zêr” (li gorî hinekan çil lib zêr e) dixwaze û ev yek jî tê wateya “sed siwariyan”.

“Rizgarkirina wî dihat wateya îlana şer'

Lêkolîner-nivîskar Kemal Suphandag jî der barê mijarê de agahiyên balkêş da ANF; “Li holê tu şer tune bû, bi awayeke kiryarî bingeha berxwedanê jî nehatibû amadekirin, Kor Huseyîn Paşa çawa dikarî tiştek wiha bike? Ger eşîreta Heyderiyan di rê de Xalid Beg rizgar bikirina, dihat wateya îlankirina şerê li hemberî Kemalîstan. Eşîretek tenê jî nedikarî li hemberî dewletê rabe. Jixwe beriya Heyderiyan, Ebdulmecîd Begê Sîpkanî hebû. Çima wana tiştek nekir? Em bêjin ji Heyderiyan derbas bûn û piştî wan li Melezgirê Xalid Begê Hesananî hebû. Çima wan Xalid Beg rizgar nekir? Ger mirov polemîkê tenê bîne ser Huseyîn Paşa, ev yek ne rast e.”

Hesenan xwestin rizgar bike

Di hevpeyvîna ku Lêkolîner Mazhar Zumrut jî di sala 2006 de bi kovara “Bîr” re kiribû de, der barê Hesananiyan de aghaiyên weke vê didin: “Wê demê navbera Hesananî û Heyderiyan tune bû. Ji ber wê jî Hesanî neçûn herêma Heyderiyan. Wan plan dikirin ku Xalid Beg li deşta Rewha ya li nêzîkê Bedlîsê rizgar bikin. Hesananî dikevin pey yekîneya leşkerî ya ku Xalid Beg giribûn, lê negihştin wî. Hêza wan tune bû ku êrişê Bedlîsê jî bikin û vegeriyan.”

“Emê bi Ataturk bidin efûkirin'

Gava ku Xalid Beg ji Qamûşanê derket, li nêzîkê gundê Karapinar ê Qaxizmanê, dibe mêvanê begê eşîreta Qerekûrt a Turkmenan Abbas Beg. Doç.Dr. Gürsol Solmaz di nivîsa xwe ya ku dispêre bîranên Abbas Beg di dibêje:  “Abbas Beg beriya gihiştinê, zanî ku dê leşker Mîralay Xalid Begê Cîbranî bînin û wana li ber derî pêşwazî dike. Gava ku Xalid Beg, Abbas Beg dibîne dibêje “Ji van bêîsafane re bêje, bila zedên min vebikin, destên min ji serman jê vebûn” Abbas Beg ji fermandarê leşkeran dibêje destên wî vekin, lê venakin. Piştre Abbas Beg dibêje ku ew nikarin begê eşîretekê wiha li mala xwe bikin mêvan, ev yek ne li gorî tore û edetên me ne. Abbas Beg hemû berpirsyartiyê digire ser xwe û tehdîdan destê Mîralay Xalid Begê Cibranî dide vekirin. Piştre jî Xalid Beg weke begê eşîretekê hate pêşwazîkirin. Piştî ku mêvan din diçin, Abbas Beg û Xalid Beg, dest bi sohbet û galegalê dikin. Abbas Beg ji Xalid Beg re dibêje ; “ Were dest ji vê rêçê berde, tu dizanî xatirê me li gel Kazim Paşa heye, em ê ji wî re bêjin bila bibe navbeykar. Ew ê ji Ataturk re bêje, em ê te bidin efûkirin.” Xalid beg jî ji wî re dibêje; “Tu qet xeman nexwe, Abbas Beg. Ez çawa bigihim Eleşkirtê, Ebdulmecîd Beg (Sîpkanî) dê min rizga bike, ger li wir tiştek kêmasiyek bibe jî, dê Ebdulmecîdê li Tûtaxê min rizgar bike an jî Kor Huseyîn Paşa (Panos) dê min ji destê vana rizgar bike. Bila dilê te rehet be.” Piştre Abbas Beg gotiye; “Begê min em hev du baş nas dikin. Binêre, ew ê te di nîva rê de bihêlin, were em hinek din li ser vê meseleyê bifikire.” Lê Xalid Beg guhdarî wî nake.

“Me nekarî tiştekî bikin'

Armanca Mîralay Xalid Beg ew bû ku beriya bigihe Bedlîsê bi awayeke psîkolojîk bandorê li eşîretên Hesenan, Heyderan û Sîpkan bike. Kemal Suphandag der barê vê yekê dibêje: “Xizmên me gelek caran behsa Xalid Beg dikin. Ez bûm şahidê gelek sohbetan ku dibêjin “Xalid Beg di nava me re derbas bû me nekarî tiştek bikin.”
Piştre jî Xalid Begê Cibranî dibin Bedlîsê û tevî Parlementerê berê yê Bedlîsê Yûsûf Ziya têne darizandin. Kurên Xalid Beg Mehmûd, Brahîm û birayê wî Selîm Beg sirgunê Antalyayê têne kirine. Piraniya xizmên Xalid Beg hatin kuştin an jî reviyan Sûriyeyê. Selîm Beg kerr û lal bû lê dîsa jî ew şandin Antalyayê û di rê de wenda bû. Heta îro jî tu agahî ji wî nehatiye wergirtin.

Tepik û şûrê wî hatin firotin 

Di encama darizandinê de Xalid Begê Cibranî û Yûsûf Ziya Beg cezayê darvekirinê digirin. Û piştre jî li navenda sûka Bedlîsê têne darvekirin. Nivîskar Demîr Ozlu di salên 1960’an de li Mûşê leşkertiyê dike û li wir rastî çîroka Mîralay Xalid Begê Cibranî tê. Ozgu der barê mijarê de di sala 1970’ê de ji kovara “Yenî Dergî” re wiha dibêje: “Gelo eşîreta Xalid Beg li Gimgimê ye? Bawer im baskek ê eşîreta Cibranî li derdora Gimgimê bû… Mirina Xalid Beg… Gava ez li Mûşê bûm, gelê wê derê heta zivistan qediya tepikên bi mû, ji ser serê xwe nedanîn, min ev yek mereq kir. Xalid Beg di nava artêşê de “yarbay” bû. Li sûka Bedlîsê hatiye darvekirin. Xalid Begê Cîbranî… Tepika Xalıd Beg tepikek bêhempa bû. Mezin û xemilandîbû. Piştî darvekirina wê ji bo firotinê xistin pêşbaziyê. Begên eşîretên Kurdan hatin. Ev tepik wê demê bi 80 zêran hate firtoin. Nizanin niha kîjan Beg wê vedişêre? Xalid Beg li sûka Bedlîsê hate darvekirin. Şûrê wî hate firotin. Nizanim niha kî vedişêre? Ez vana ji zilamek li ber dikanek a sûka Mûşê hîn bûm.”


SEDAT ÛLÛGANA - ANF/KONYA