Greva birçîbûnê yê bêdawî û nedorveger a girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ya ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di roja 48’an de ye. Cengaver Aykûl ê ku ev 6 sal in girtî ye, û 17 sal ‘ceza’ lê hatiye birrîn, li Hepsa bi Ewlekariya Bilind Hejmar 2 a Xarpêtê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomîne.

Bavê wî Latîf Aykûl diyar kir ku ew hewl didin wî bi tenê nehêlin û got, “Em diçin hem hevdîtina vekirî hem jî ya girtî. Rewşa wî ya tenduristiyê mîna berê baş nîne. Jixwe, berçavkê bi kar tîne. Tansiyona wî kêm bû, êşa serî lê zêde bûye. Nêzî 10 kîloyan jî li xwe kêm kirine û bêhal ketiye.”

Aykûl wekî din got, girtî herî zêde li rewşa HDP´ê dipirsin.