Gelê Kurd di rewşekê gelekî nazik re derbas dibe. Ji aliyekî ve çalakiya grêva birçîbûnê û ji aliyê din ve nîqaşên ku li ser îdamê têne kirin. Dema mirov nîqaşên hikûmetê guhdar dike, wê demê mirov yek caran fedî dike ji mirovatiya xwe.
Bi rastî em di kîjan sed salê de dijîn? Ji bilî gotinên nîjadperestî tiştekî din tune ye. Çawa Serokwezîr dikare wiha li hemberî hêz û daxwazên çalakvanan biaxive? Çawa Serokwezîr Erdoğgn dikare wiha li hemberî partiyek siyasî û vekilên  Kurdan biaxive?
Bi rastî jî dema ez wan gotinan guhdar dikim, wê demê ez ji xwe dipirsim gelo çima wekîlên me li meclisê dimînin?
Yan jî ku her roj polîsên AKP'ê êrîşê gel û wekîlên wan dikin û hakaret li gelê Kurd tê kirin wê demê ez difikirim gelo baştir nîne em ji meclîsê vekişînin û xebatên xwe tenê di nav gel de bimeşînin?
Ev dewleta ku min û daxwaziyên gel qebûl neke, ez jî wan qebûl nakim. Gelo çawa dema bi hezaran însan di girtîgehê de çalakiya bêdem û bêdorveger de bin, ti pirsgêrekê careser nakî û nîqaşê îdamê dikî rojevê?
Ji bo Yekîtiya Ewrûpayê xetek sor îdam e. Ji bo wê jî piştî 13 salan carekê din îdama birêz Ocalan bîne rojevê, we demê gerek mirov fêm bike ku rastî jî tirsa hikûmetê daxwaziyên çalakvanan û azadiya birêz Ocalan e.
Belê hikûmetê jî fêm kiriye ku azadiya Ocalan ne dûre, ji bo wê jî siyaseta Erdogan ewê ku bi nîqaşên îdamê daxwaziyên çalakvanan û rojevê biguherîne.
Herkes dizane ku rewş gelekî xetere û ku tiştek bibe wê demê rewşa Tirkiyeyê ber bi çave.
Em jibîr nekin di hilbijartinên meclîsê de jî careke din nîqas li ser îdamê vekir. Li gorî baweriya min ewe ku siyaseta AKP`ê tasfiye bûye li Kurdistanê û ji bo ku dengê nîjadperestan bigire îro îdame tîne rojevê.
Nîqaşên Erdogan li ser îdamê dengek gelek mezin di çapemeniya Ewrûpayê de veda. Gelek nîqaşên balkêş hebûn. Heta hatibû nivîsandin ku Erdogan agire ku heye zêdetir gur dike.
Belê gerek Erdogan jî baş bizanîbe ku di hêla hiqûqê de bixwaze, wê demê gerek carekê din birêz Ocalan li pêşiya dadgehê de bê darizandin.
Başe li goriya destûra bingehîn wisa dibe yan, em dibînin ku rewş gelekî tevlî hev e û her roj pirsgêrêk zêdetir dibin.
Rastî jî rewşa gelê Kurd li Kurdistanê îro weke rewşa Filistîn e .
 Dîmenên ku mirov her roj dibîne, ku êdî şerê bajaran destpêkiriye.
Êdî wê seatê şûn ve hertişt dikare çêbibe û berpirsiyarê wê jî dewlete.
Ez carekê din dibêjim dîmenên îro ferqa dîmenên ku dema cunta askerî de bûn û dîmenên cunta zivîl nîşan dide. Ferqa wê tûne ye...