Li gorî rapora ÎHD´ê li girtîgehên Tirkiyê 228 jê giran, 578 girtiyên nexweş hene. Parêzerê şaxa ÎHD’ê ya Amedê Yusuf Erdogan der barê rewşa girtiyên nexweş ên di girtîgehan de agahî dan. Erdogan diyar kir ku li Tirkiyeyê ligel rewşa girtiyên nexweş roj bi roj giran dibin jî girtiyên nexweş nayên berdan û anî ziman ku di girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê de 228 jê giran, 578 girtiyên nexweş hene. Erdogan bilêv kir ku tevî raporên saziyên tipa edlî û raporên bijîşkan jî girtiyên nexweş nayên berdan û her sal gelek darbestên girtiyên nexweş ji girtîgehê derdikeve.

Divê bi lez bêne berdan

Erdogan balkişand li ser sozên cigirê serokwezîr û berdevkê demê yê hikûmetê Bulent Arinç ên beriya hilbijartinên 30’ê Adarê gotibû “Piştî hilbijartinê em ê ji bo 40-50 girtiyên nexweş sererastkirinê bikin" lê heta niha xwedî li sozên xwe derneketiye. Erdogan bilêv kir ku di girtîgehan de 228 girtiyên giran hene û pêwîste qanûn werin guhertin û demildest girtiyên nexweş werin dermankirin. Erdogan bilêv kir ku hikûmet di nava nêzîkatiyeke şantajê de ye û wiha got: “Ev nêzîkatî di alî polîtîk, exlaqî û wijdanî de nayê vegotin. Dema pêvajoyê dest pê kir, yekemîn rojeva Ocalan rewşa girtiyên nexweş bû.”

40 rojan îşkence kirin

Yek ji van girtiyê nexweş jî ku nayê berdan Înayet Mete ye ku 20 sal in di girtîgeha Tipa D a Amedê de tê girtin. Hevsera girtiyê nexweş Înayet Mete, Nesîbe Mete diyar kir ku hevserê wê dema hat girtin 40 roj bê navber êşkence li hevserê wê kirine û ev tişt gotin: “Ji ber îşkenceya zêde li hevserê min kirin û rewşa tenduristiya wî ber bi nebaşiyê ve çû, hevserê min 3 mehan ser hev nedikarî li ser pişta xwe rabe. Di girtîgehê de gelek caran rastî nêzîkatiyê keyfî tên û girtiyên nexweş derman nakin.”

Girtiyên nexweş berdin

Hevsera girtiyê nexweş yê bi navê Bedrî Çakmak, Fatma Çakmak ji axivî û diyar kir ku hevserê wê nexweşê tansiyonê ye û her ku diçe rewşa wî ber bi xeteriyê ve diçe. Hevsera girtiyekî din yê nexweş Mehmet Emîn Ozkan, Emîne Ozkan jî der barê hevserê xwe û kurê xwe yê nexweş yê di Girtîgeha Tipa D a Amedê de agahî dan û diyar kir ku hevserê wê 19 sal in di girtîgehê de ye û bi giştî cezayê wî 30 sale tevî rewşa wî ya tenduristiyê nebaşe jî nayê berdan. Ozkan der barê kurê xwe de jî agahî dan û anî ziman ku kurê wê Newzat Ozkan ji li Girtîgeha Amedê tê girtin. Ozkan destnîşan kir ku tevî rewşa kurê wê nebaşe jî di girtîgehê de tê girtin û wiha got: “Bi giştî ev 6 sal in kurê min di girtîgehê de ye bi giştî 20 sal lê hatiye birîn.”

DIHA/AMED