Êrîşek mezin ji aliyê hêzên rejîma Beşar Esad li dijî gundên Kurdan yên li derodra bajarên Latakiya û Hemayê tê lidarxistin. Di medyayê de behsa heremên Kurdan tê kirin. Behsa ‘Çiyayê Kurdan’ li Latakiya tê kirin. Bi vê yekê re navê Kurdên li nava Sûriyeyê derket holê. Gelek kesan nizanîbû ku hejmarek weha mezin ji Kurdan li navenda Sûriyeyê heye. Ev Kurd ji dema Selahaddînê Eyûbî li wan hereman bi cih bûne. Gelek jî ji dema Osmaniyan koçî wir bûne. Li Idlibê herema ‘Çiyayê Zeviyan’ an jî wek niha jê re ‘Çiyayê Zawiya’ tê gotin, bi dehan gundê Kurdan hene. Her weha malbatên mezin û navdar yên bajarê Hemayê jî piraniya wan Kurd in. Malbatên mîna ‘Berazî’ û ‘Barûdî’ û ‘al-Zaîm’. Ew malbat beriya bi sedan sal ji Kurdistanê koçî wan hereman bûne.
Li welayeta Latakiya bi dehan gundê Kurdan hene. Çiyayê Kurdan li wir bi nav û deng e. Herêmên Kurdan di nava sêgoşeya Idlib, Efrin û Skenderonê de ne. Bi salên dirêj re Kurdên van hereman zimanê xwe jibîr kirin, lê qet eslê xwe ji bîr nekirin û xwe mîna Kurd didan nasîn. Gelek ji wan di dewletê de posterên bilind stendine. Ji gundên li derdora Latakiyê em dikarin navên van gundan bijmêrin: Dorîn, Kinsba, Eko û Kebatî…
Di vê demê de Kurdên wan hereman rastî êrîşa hêzên rejîmê tên. Heta niha bi sedan ji wan hatine kuştin. Malên wan talan bûne. Mixabin tu hêzek Kurdistanî rewşa wan naşopîne û xwedî li wan dernakeve. Divê hêzên Kurdistanî pêwendiyê li gel Kurdên li navenda Sûriyeyê bikin. Ew dikarin di pêşerojê de bibin beşek ji hizir û xebata netewî ya gelê Kurd li Sûriyeyê.
Ji bo tevahiyê Kurdên ku li bajarên navenda Sûriyeyê dijîn xwe mîna Kurd bidin nasîn û di nava xebata Kurdewerî de cihê xwe bigrin, pêwîste hêzen Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê stratîjiyek destnîşankirî ji bo wan bîne meydanê. Em jîbîr nekin ku hijmara van Kurdan bi sedhezran e û ew xwedî imkan û derfet in. Di Sûriyeyêk demokrat û azad de ev Kurd dikarin baş werin organîzekirin û dengên xwe ji bo netewa xwe bikar bînin. Divê ew ji nû ve çand û zimanê xwe nas bikin. Divê agahdarî doza Kurdistanê bibin û tevî nava xebata netewî bibin.
Em hewcedarî pîlanek bi rêk û pêk in ku karibe pêwendiyên durust bi Kurdên navenda Sûriyeyê re ava bike. Lê niha tiştê gerek ew e ku em di zûtirîn dem de destê alikariyê dirêjî heremên van Kurdan bikin û bi wan re li dijî zulima rejîma xwînmij ya Beşar Esad bisekinin.
Rewşa Kurdên navenda Sûriyeyê