Divê di her şert û mercî de were parastin’ li Navneda Çand û Hunerê ya Cegerxwînê were lidarxistin.
Ligel 150 delegeyan gelek kesên bi xebatên ziman ve mijûl dibin dê weke mêvan tevli konferansê bibin. Siyasetmendarên Kurd jî dê bo konferansê bên vexwendin. Di konferansê de pirsgirêkên zimanê Kurdî, rêbazên pêşxistin û fermîbûyîna zimanê Kurdî dê bên nîqaşkirin.
Xebatên li ser ziman
Endamê TZP-Kurdî Rifat Ronî diyar kir ku ev 90 sal in li vî welatî maf û azadiya gelê Kurd tê binpêkirin û wiha got: “Ji bo azadiya neteweyan pîvana sereke azadiya zimanê wan e.” Ronî anî ziman ku di 90 salî de hikûmetên desthilatdar bi kevneşopiyeke înkar û tunekirinê, polîtîkayên asîmîlasyonê li ser zimanê gelê Kurd dane meşandin û wiha axivî: “Ji bo em karibin van mafên gelê Kurd ên xwezayî bi dest bixin û bikin meriyetê Tevgera Ziman û Perwerdehiya Zimanê Kurdî ji sala 2006’an û vir ve xebatên girîng dike.” Ronî da zanîn ku perwerdehiya zarokên neteweyan tenê bi saziyên ziman çênabe.
Dersên hilbijêr xapînok in
Hevserokê KURDÎ-DER’ê Elî Erdemircî jî diyar kir ku saziyên zimanê Kurdî heya niha pir xebat kirine lê li gorî pêvajoyê ev xebat têrê nake. Erdemircî got ku pirsgirêka wan ya herî mezin ew e ku li tevayî Kurdistanê ne birêxistin in û wiha axivî: “Divê sînorên ku dagirkeran di nava parçeyên Kurdistanê de danîn, nekeve nava qada ziman. Divê me li hemû Kurdistanê bi rêxistin bin.” Erdemîrcî da zanîn ku pergal dixwaze wan bi dibistanên haybet û dersên hilbijêr wan bixapîne û wiha got: “Divê em van astengên li hember zimanê Kurdî ji holê rakin.”
DÎHA/AMED