Keça Leyla Guven Sabîha Temîzkan di roja 26’an a çalakiyê de çûbû hevdîtina diya xwe. Temîzkan diyar kir ku, moralê diya wê baş e, heta daxwaza wê bicih were biryardar e ku çalakiya xwe bidomîne.
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ev 31 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ye. Doh parêzara wê derbarê tenduristiya Leyla Guven de agahî da. Parêzer Cemîle Turhallî Balsak got, sergêjînek pê re çêdibe û gelekî li xwe şikandiye. Keça Leyla Guven Sabîha Temîzkan jî çûbû cem diya xwe û behsa hevdîtina xwe ya bi diya xwe re kir.
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ev 31 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ye. Rewşa Guven her ku diçe xirab dibe.
Zimanê wê giran dibe
Parêzerên Guven li ser rewşa miwekîla xwe daxuyanî dan. Parêzer Cemîle Turhallî Balsak destpêkê qala rewşa Guven kir û got,çalakî ketiye roja 31´ê û wiha peyivî: “Qonaxeke krîtîk e û rewşa Leyla Guven her ku diçe xirab dbe. Sergêjînek pê re çêdibe û gelekî li xwe şikandiye. Nîşaneyên jibîrkirinê hene û zimanê wê giran dibe.’’
Balsak diyar kir girîng e kesên ku ketine greva birçîbûnê tiştên avî vexwin û vîtamîna B1 bistînin lê rêveberiya girtîgehê bi hinceta ku B1 ji ‘derveyî welat’ tê û ne li gorî hiqûqê ye B1’ê nadin Guven.
Balsak her wiha diyar kir ji ber sedema ku rewşa Guven krîtîk e ne hiquqî ye ku Guven girtî bimîne, kesên ku ketin rojiya mirinê û greva birçîbûnê mirinê tercîh dikin û ji bo ku ramanên xwe bigihînin muxatabên xwe serî li vê rêyê didin.
Guh bidin daxwazên wê
Parêzera Guven got ew hêvî dikin guh bidin daxwazên wê û lihevkirinek çêbibe û beriya ku rewşeke travmatîk derkeve holê gavek were avêtin.
Divê tecrîd rabe
Parêzer Serdar Çelebî jî got ji ber ku Guven straneke Kurdî gotiye cezayê disîplînê lê hatiye birîn û wiha axivî: “Ji ber îtîrazê doh dozger îfadeya wê girtiye.Em li gel problêmên tenduristiyê dixwazin daxwazên Guven bibe rojev.Divê tecrîd rabe û daxwazên Leyla Guven werin qebûlkirin’’
Parêzeran her wiha bang li raya giştî ya demokratîk kirin ku hemû alî bi bihîstyarî tevbigerin.
Bi moral û biryar e
Keça Leyla Guven Sabîha Temîzkan di roja 26’an a çalakiyê de çûbû hevdîtina diya xwe. Temîzkan diyar kir ku, moralê diya wê baş e, heta daxwaza wê bicih were biryardar e ku çalakiya xwe bidomîne. Sabîha Temîzkan got diya wê gotiye, ji bo aştiya civakî roleke girîng a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye û tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina gelê Kurd e û ev çalakiya wê jî parçeyek ji hewldanê aştiyê ye.
Destek çendî geş bibin daxwaz pêkane
Temîzkan li ser çalakiyên destekdayinê yên siyasetmedarên Kurd û girtiyên siyasî jî got, diya wê gotiye, “Ji bo desteka partiya wê û derdorê demokratîk spasiyên xwe dide. Dibêje, destek çendî geş bibin, bicihanîna daxwazê bêhtir pêkan dibe.”
Diya min jineke pir xurt e
Temîzkan diyar kir, diya wê jineke pir xurt e, di şertên herî giran de jî bi moral e û got: “Diya min tim hêzê dide min. Dema ku diçime cem, li bara wê xwe pir bêhêz dibînim.”
Hêviya gelan e
Sabîha Temîzkan li ser rewşa tendûristiya dayika xwe jî got: “Gelekî li xwe dişkîne, lê moralê wê tim baş e. Dema ku dibîne ji hêviya gelan re dibe hilmek ev wê pir motîve dike.”
ANF/AMED