Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî der barê rewşa meydana şer a dawî li Kantona Kobanê de agahî dan. Navendê diyar kir ku di roja 197'an de berxwedana li dijî hewldanên dagirkeriyê, li başûr û başûrrojhilatê Kobanê êrîşên komên çeteyan hatine şikandin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku komên çete pêr bi şev êrîşî gundê Mîlê yê li başûrrojhilatê Kobanê kirin û li ser destwerdana hêzên YPG/YPJ'ê şerekî dijwar qewimî. Li gorî daxuyaniyê di encama vî şerî de 2 çete hatine kuştin û êrîş hatiye şikandin.
Navenda Çapemeniyê da xuyakirin ku komên çete li aliyê başûr jî êrîşî gudê Sinaa û derdora wî kirine û da zanîn ku şer heta ber destê sibehê dewam kiriye û herî kêm 3 çete hatine kuştin.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên YPG/YPJ'ê li hemberî çeteyên li gundê Ereban ê li heman herêmê çalakiyek pêk anînê û 3 çete li vir hatine kuştin.
Li Cizîrê jî şer dewam dike
Li alii din li gorî nûçeya ajansa nûçeyan ANHA´yê Hêzên Hevbeş li gundê Til Baz ê li başûrê Til Temirê li dijî çeteyên DAIŞ`ê çalakiyek li dar xistiye. Di çalakiyê de çeteyek hat kuştin û yek jî birîndar bû. Şevê din jî seat di 01.30`an de di navbera Hêzên Hevbeş û çeteyên DAIŞ`ê de li gundên Xêbiş û TIl Nesrî yên li başûr- rojavayê Til Temirê şer qewimî. Der barê encamên şer de agahiyên zelal heta dema amadekirina nûçeyê nehatin bidestxistin. ANHA´yê wekî din bal kişand ser bilindbûna ava Xabûrê dema di dema şerê li gundên Xêbiş û Til Nesrî de.
NAVENDA NÛÇEYAN
DAIŞ’ê 30 sivîl qetil kirin
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin girtin çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê El- Mebûca yê li rojhilatê bajarê Selemiyê yê ser bi Hemayê kir û di nava gund de komkujî pêk anîn. Hate ragîhandin ku êrîş şevê din pêk hatiye û di encamê de bi sedan welatî ji gund koçber bûne.
Malpera Çavkaniya Mafê Mirovan a Sûriyê der barê buyerê de nûçeyek weşand û diyar kir ku hêzên rêjîmê careke din gundê El- Mebûca ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. Di haman nûçeyê de jî hate destnîşankirin ku balafirên rêjîmê herêma derdora gund bombebaran kirine.