ALAN ROJ / ANHA/REQA 


Hemleya rizgarkirina Reqayê di meha 3′yemîn de didome, gelek taxên bajar hatin rizgarkirin û herî kêm ji sedî 65´ê bajêr hat rizgarkirin.

Nexşeya dawî ya bipêşveçûna şervanên QSD′ê û rizgarkirina bajêr, her wiha nuqteyên şer lê tê kirin, tê weşandin.

Di nuqteyên bi îşareta teqînê ên li ser nexşeyê de, noqteyên şerê dijwar ên li taxên bajêr û bipêşveçûna şervanan tê diyarkirin. QSD′ê hefteya bihurî, li dijî baragehên çeteyan ên li navenda bajêr, mezintirîn operasyona şikandinê pêk anî, taxa Deriye jî ku mezintirîn taxa bajêr e û çeteyan kiribû nuqteyeke eskerî û depoyên xwe yên çekan lê bicihkiribûn, dorpêç kir.

Di vê çarçoveyê de şervanan taxên Deriye û Mirûr ên li eniya rojavayê bajêr ji taxên din ên bajêr qut kir. Piştre taxa Deriye û beşek ji taxa Mirûr hatin rizgarkirin.

Taxa Mirûr di dorpêça şervanan de ye û şerekî dijwar li wê taxê rûdide. Şervanan li vê taxê hejmareke mezin ji welatiyên sivîl rizgar kir.

Her wiha li taxên Emîn û Sekenê yên li rojhilatê bajêr jî, şerekî dijwar rû dide. Di çarçoveya vî şerî de sekvanên QSD′ê nêzî 10 sekvanên çeteyan kuştin. Her wiha hejmarek erebeyên bombebarkirî yên çeteyan beriya ku bigihêjin armanca xwe, hatin rûxandin.

Çeteyên DAIŞ′ê gelek caran bi rêya erebeyên bombebarkirî û êrîşên xwekuj hewl dan bipêşveçûna şervanan li taxa Rewda asteng bikin. Tevî van hewldanan şervanan pêşveçûna xwe domand û gihîştin herêma goristana kevin.

Li taxa Nehda ya li bakurê rojavayê bajêr jî şervanan taxa Mesakin Idixar a stratejîk bi temamî rizgar kir û bipêşveçûna xwe li  herêmê didomînin. Li derdora dibistana Ticara ya taxê jî balafirên koalisyona navneteweyî derbên giran li nuqteyên çeteyan dan. Li aliyekî din jî xeta tarî (di orîjînalê de sor e) a li nexşeyê jî herêmên ku şer li wan bi awayekî demkî rû dide, nîşan dide. Li van nuqteyan çeteyan mayîn çandine, da rêyên rizgarkirina sivîlan bêne girtin û bipêşveçûna şervanan asteng bibe. Di meha Tebaxê de, ekîbên taybet ên girêdayî QSD′ê bi hezaran sivîl rizgar kirin. Her wiha rojane operasyonên rizgarkirinê didomin, noqteyên çeteyan têne şikandin û rêyên ewle ji bo rizgarkirina sivîlan têne vekirin.