Qezencên Kurdan hene
Cockburn balkişand ser qezencên kurdan û diyar kir ku belê raste kurdan qezencek bidestxistiye, li herêmên diyarkirî kontrol di dibn destê wan de ye û got: “Dewleta Baas ya ku bi salan li ser kurdên Sûriyeyê zext pêk anî, ji neçarî vekişiya. Welatibûna wan qebûl nedikir. Gelê kurd heps dikir, di bin zext û îşkenceyê de bûn. Îro ev dewlet pir bê hêz ketiye. Serhildêran li dijî dewleta Baas serkeftinek qezenc nekir, niha statukoya heyî ji bo başiya Kurdane. Her wiha em nizanin dê çawa bidome. Şîdet hêj heye, gelek kurdên sivîl reviyan. Pevçûnên dijwar tên jiyîn. Ez îdia na ki ku ji bo kurdan her tişt baş dimeşe. Tenê dibêjim ku qezencên wan yên cidî hene."
Rojava matmayî ye
Cockburn axaftina xwe wiha berdewam kir: “Rojava li dijî bûyerên pêk tên matmayî maye. Naxwazin Tirkiye parçe bibe, ji PYD’ê bi gumanin. Ez bawer nakim di vê mijarê de xeteke wan ya zelal heye. Ev çavderî jî parçeyeke ku dê li Sûriyeyê çi bê kirin e. Li gorî min rojava, nizane der barê Kurdan de, artêşa azad a Sûriyeyê û Komên Îslamî de çi bike, di mijara Sûriye bila parçe nebe de hêviyên wan hene û bi guman li netewperestiya kurd dinêrin. Piştî Peymana Sykes-Pîcot li Rojhilata Navîn yê ku sînorê îro danîne ji xwe Rojava bi xwe ye. Dixwazin sînor wek xwe bimînin û di vir de berjwendiyên wan hene. Ji ber vê jî fikara wan eve ku kurd statukoya wan ya der barê sînoran de tehdîd dike."
Divê qezenc bên parastin
Cockburn der barê qezencên Kurdên li Sûriyeyê de jî wiha got: “Li gorî min kurdên Sûriyeyê ji ber ku bûyeran nekarin kontrol bikin, helwesta wan jî hinek li gorî herikîna bûyeran e. Neçarin li gorî tiştên ku rêveberiya Şamê, serhildêr û hêzên biyanî dikin, tevbigerin. Peywira li pêş wan eve ku qezencên bidestxistine biparêzin. Di dawiya şerê navxweyî de di rewşa ku dîsa hikûmeteke navendî ya bi hêz bê avakirin de, divê qezencên xwe ji bo di destê xwe de bihêlin bikevin nava hewldanan." Cockburn anî ziman ku Sûriye wek Afganîstana 1980’ê ye.
BRUKSEL