
Konferansa ku li salona konferansa Meclisa Eyaleta Berlînê tê kirin, bi axaftina organîzator destpê kir. Konferansa ku malovaniya wê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) dike, Parlementerê Eyaletê Robert Schaddach anî ziman ku, ew pir keyfxweşin ku di rojek wisan dîrokî de bûne alîkar ku bên gel hev.
Endamê berê yê eyaleta Berlînê Giyasedîn Sayan jî bûyerên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê û asta ku şer gihayê nirxand. Navenda Xebatên Rayagiştî ya Kurdan û nûnerên “Dialog-Kries” têkildarî nîqaşên konferansê agahî dan.
Di serî de Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş û Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî heyî gelek zanyarên û siyasetmedarên Ewropî weke axaftinvan tevlî konferansê dibin û eleqeyek mezin jêre heye. Di konferansa di nav de nûnerên sefaretxaneyên Rûsya, Çîn û Îranê heyî her wiha gelek vexwendinnameyan cihê xwe girtî, balkêş bû ku dîplomatên ji maseya Tirkiye û Sûriyeyê yên ji Wezareta Derve ya Almanya û Wexfên Almanyayê erkdarin tevlî konferansê bûn.
Konferans ji aliyê pisporê rojhilata navîn yê tê naskirin û yê Almanî Michael Luders bi pêşkêşkirina mijara bi ser navê “şerê navxweyî yê li Sûriyeyê û bandora hêzên rojava” berdewam dike. Di navbera nîvro ya konferansê de jî dê Demîrtaş û Muslim civînek hevpar ya çapemeniyê li darbixin.
Luders: Ocalan bandorê li ser Sûriyeyê dike
Pisporê Rojhilata Navîn Mîchael Luders ku di Konferansa Rojavayê Kurdisanê de ya li Berlînê pêk hat de axivî û diyar kir ku, ji bo krîza Sûriyeyê divê destpêkê DYA û Rûsya li hev bikin. Luders da zanîn ku, muzakereyên ku hikûmeta Tirk bi Ocalan û PKK’ê re dikin dê bandorê li ser pêşeroja Sûriyeyê bike û got: “Pêşeroja Sûriyeyê ne diyare. Dibe ku wek Yoguslavyayê parçe bibe.
Li Salona Konferansê ya Meclisa Eyaleta Berlînê bi mijara ‘Di Sûriyeya pêşerojê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo aştî, demokrasî û diyalogê piştgirî’ tê lidarxistin. Bi axaftinên vekirinê konferansê destpê kir.
Di beşa yekemîn de pisporê Rojhilata Navîn Mîchael Luders axivî. Luders da zanîn ku, rejîma Esad dê niha bimîne û got, li Şamê heta demê guherîna rejîmê ne mumkune. Luders go hêzên rojava di mijara mudaxalekirina Sûriyeyê de hêj li hev nekirine û diyarkir ku, “Rûsya, Çîn û Îran ligel rejîma Esad cih digirin. Lê ev ne ji bo hezkirinê jib o yekitiya jeostratejîke.”
Luders wiha pê deçû: “Hêzên herêmê dê zêdetir mudaxîlê Sûriyeyê bibin. Her wiha piştî hevdîtinên hikûmeta Tirk ya bi Ocalan û PKK’ê re, li Sûriyeyê jî pêşveçûn hene. Pêvajoya çareseriya Tirkiyeyê dê bandorê li ser Sûriyeyê jî bike.
Luders da zanîn ku, Sûriyeya piştî Esad an dê bibe dewletek navendî an jî dê wek Yoguslavyayê parçe bie û got: “Tirsa min ewe ku her komek dê çekan bigirin û ji bo armancên xwe bikevin pevçûnan. Sûriye 40 salan di bin rêveberiyeke Elewî de ma. Niha bi hatina desthilatdariyê ya Sunniyan re dibe ku ji rejîma berê tol bêgirtin. Lê tolhildan pirsgirêkê çareser nake, kurtir dike.”
Pêvajoyeke zahmet li pêşiya Kurdan e
Luders destnîşan kir ku, pêvajoyek zehmet li pêş Kurdaen û got: “Li aliyekê Îran û Tirkiye hene. Têkoşîna Kurdan dê li Sûriyeyê jî bi bandor be. Kurdan li Sûriyeyê salên bi êş kişand. Lê divê neyê jibîrkirin ku dê Kurd pirsgirêka xwe çareser bikin. paste mezin be dê parvekirian wê jî hêsan be. Konferans ji aliyê parlamenterê Eyalate Parstiya Demokratên Sosyal (SPD), Civaka Azad û Dîalog-Kreîs ve tê organîzekirin.
Konferans dê bi pêşandanên Dr. Khaled Issa, hevserokê PYD’ê Salîh Muslum, endamê konseya bilind a Kurd ya Rojavayê Kurdistanê Ahmad Suleiman û rojnameger Dilşah Osman dê bidome. Di navbera konferasnê de jî dê hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û hevserokê PYD’ê Salîh Muslim civînek çapemeniyê bidin.
'Êrîşên dawî ji ber pêvajoya Bakûr pêk hatin'
Di konferansa Rojava de di runiştina duyemîn de nûnerên Rojavayê Kurdistanê mafê axaftinê girtin. Dîroknas Dr. Xalid Îsa axivî û nêzîkatiya komên etnîk yên Sûriyeyê vegot. Îsa destnîşankir ku, heta dîrokek nêz jî Kurd wek çîna duyemîn dihatin dîtin û wiha got: “Heta şoreşa Rojava mafê Kurdan nedidanê. Hemû Kurdên Rojava bûn yek û şoreş pêk anîn. Vê yekitiyê Tirkiye jî tirsand. Lê dema mirov li aliyê din jî dinêrin muxalîf nebûne, di navbera wan de jî nêrînên cuda hene.”
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî şoreşa Rojava ya ku sala borî li Kobanî destpê kir vegot. Muslim diyarkir ku, “Bi şoreşê re demokrasî pêk hat. Em dixwazin bi gelên din re wek bira bijîn. Bi suryanî, êzdî û yên bawariyên din re. Me tu cudahî nekir navbera mizgef û dêran. Ji herêmên din yên Sûriyeyê gel tên li herêma Kurdan bi cih dibin. Ji ber ku li herêma me hawira aştiyê heye. Îdia kirin ku em bi rejîma Esad re yekin. Lê dîtin ku ne wisa ye.
Muslim balkişand ser êrîşên dawî yê li ser Kurdan û got: “Rejîm dixwaze taxa Şêx Maqsûd vala bike. Ev êrîşên dawî ji ber pêvajoya aştiyê ya Bakûr pêk tê. Ji ber vê jî pêvajoya aştiyê ya Bakûr raste rast bandorê li ser me dike. Bi tu aliyan re yekitiya me nîne. Em dikarin xwe biparêzin. Hêza me heye. Em rejîma Esad re ketin pevçûnê, gelek şehîdên me hene. Em rêveberiyeke konfederal a Kurdistanê dixwazin.” Dema nûçeya me dihate amadekirin konferansê berdewam dikir. Piştî guftûgoyhen îro konferans wê bi dawî bibe û tê payin encamnameya konferansê were aşkere kirin.
BERLÎN