Li gel beşdarên ji Sûriyê hatibûn Şaredarê Amedê Osman Baydemîr, Serokê Baroya Amedê M.Emîn Aktar, Rûspiyên kurd, endam û rêveberên partiyên siyasî û gelek kes beşdar bûn. Ji bo kesê di têkoşîna aşîtî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin. Dîwan ji 5 kesa hate hilbijartin. Dîwan Umît Tektaş axaftina vekirinê kir. Tektaş, wateya konferansê û naverokê ji hemû beşdarvana re diyar kir.

Li ser navê partiyên kurdê Sûriyê nûnerê wan Veroj Têlo, peyam xwend. Di nameya de hate gotin ku ji bo vê konferansa ku kurdê bakûr ji bo pêk tînin spasî pîrozya xwe anîn ziman. Ji aliyê helbestvan Şêxmûs Hemo, ji bo bîranîna Helbestvanê kurd Cegexwîn, helbestekî Cegerxwîn xwend.

DÎHA/AMED