Greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger a Nasir Yagiz ê li Nûnertiya HDP’ê di roja 106’an de dewam dike. Pirsgirêkên tenduristiyê yên weke dil, mîde, serêşî û bêtaqetiyê her roja diçe girantir dibin li wî. Roj bi roj bedena wî dihele. Lê tevî vê yekê jî moral û îradeya wî pirr xurt e. Yagiz li gel ku zû hişyar dibe heta piştî nîvrojê nikare ji nav nivînan rabe. Piraniya dema wî di nava cihan de derbas dibe û ji ber bêtaqetî û serêşê zêde nikare rûnê.

Roj bir roj xurt dibe

Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê jî bi koma 27’an di roja 80’an de dewam bike.

Çalakiya endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fedîle Tok jî kete roja 46’an. Tok diyar kir ku moral û coşa wê pirr e, her wiha biryardariya wê jî roj bir roj xurt dibe.

Berxwedan belav dibe

Li Kelarê jî endezyar Herêm Mehmûd 24’ê Sibatê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger kir. Greva Mehmûd di roja 11´an de ye.

Greva bêdawî û dorveger a li Komeleya Karkerên Mezopotamyayê jî di roja 82’an de dewam dike.

 

ANF/HEWLÊR