Di salên dawî de saizyên hîndekariya Bilind ên cîhanê, di warê diyarkirina nirxên pileya xwe popîler dibin. Di esasa puandayîna vê de asta fêrbûnê, xebatên lêkolînê cih digire. Di serî zanîngehên modern gelek sazî îtîbar û rêzdariya xwe li gorî vê diyar dike. Ev puan terciha karsaz û xwendekaran diyar dike. Ev dane kalîteya saziyên zanistî û zanîngehan diyar dike. Ji ber vê yekê cihgirtina zanîngehan a rêzê de meseleya rumet û tengasiyeke mezin e.
Niha herî zêde saziyên herî girîng yên pergala puanê pêk tînin kovara Îngîlîz Times û Zanîngeha Çîn Şanghay e. Ji ber ku ew tenê saziyên hîndekariyê yên girîng puanên wan pêk tînin. Lê di vê lîsteyê de Zanîngehên Başûrê Kurdistanê cih nagirin. Lê ji bilî van saziyan hin saziyên din jî xebatên puanê dimeşîne û hiyerarşiya global a zanîngeha diyar dikin. Di nava vana de ya herî populer Îspanyol Investigaciones Cientificas (Konseya Bilind a Lêkolînên Zanîsti) û Webometrics ku girêdayê koma Cybermetricsê ye.
Pergala puanê ya Webometrîcs, mezinahiya malpera zanîngehê (hemû rupelan) dîtbarî (hejmara lînkên tên), hejmara makaleyên zanistî, xebatên lêkolîna zanistî û cihê endeksa depoya zanistê ya cihanê nîşan dide. Ev saziya lêkolînê 20 hezar zanîngehî salê du caran di van testan re derbas dike.

Efrîka pêşketîtir e
Li gorî vê testê di sala 2002’an de 46 zanîngehên Iraqê ketine pileyan. Ya herî zêde jî Zanîngeha Dihokê bû. Zanîngeha Dihokê di nava zanîngehên Cîhanê de di rêza 5773’emîn de cih girt. Ji bilî vê zanîngehê zanîngeha Kufa, Babîl, Bagdat, Musil, Silêmaniyê (8110), Zanîngeha Kurdistana Hewlêrê (9734), Kerkuk (9762), Diyala (10228) ketin dereceyê. Di vê puandayînê de bi zanîngeha Dihokê re Zanîgeha Silêmaniyê û Zanîngeha Kurdistan ya ku dersa înlîzî jî dida zanîngehên herî baş yên Iraqê bûn.
Enstîtuya Tip a Hewlêrê li Iraqê di rêza 15, li cihanê di rêza 12146’an de cih digire. Zanîngeha Koy li Iraqê di rêza 16’an li cîhanê di rêza 12176’an de cih digire. Zanînegha Selehedîn ku li Iraqê di rêza 24’an de cih digire, li cîhanê di 15447’an de cih digire. Zanîngeha Amerîka ku di rêza 26’emîn de cih digire li cîhanê di rêza 15489 de cih digire. Zanîngeha Işik ku girêdayî Împaratoya Gulene di rêza 34’an de cih digire û li Cihanê di rêza 17806 de cih digire. Zanîngeha Fresnî ya Libya ku li Hewlêrê ye li Iraqê di rêza 38’emîn de cih digire û li Cîhanê jî di rêza 18245 de cih digire.
Zanîngeha Dihokê jî di saziyên herî serkeftî ya cîhana Ereb de di rêza 93’an de cih girt. Yanî mirov dikarin bibêjin ku zanîngehên Iraqê di rêzên herî dawî de cih digirin.
Mînak,Evxanîstan ku çavkanî û fona wan kêmtir e, 8 zanîngehên wê li gorî stantartên saziyên lêkolînê ne. Ew di rêzêde di navbera 6778 û 19078’an de cih digirin. Ji bilî vê 4 zanîngehên Qirgizîstanê û 3 yên Moxolîstanê ji yên Iraqê baştir in. Zanîngeha Selehedînê ku li Iraqê di rêza baş de cih digire li gorî pauandayîna Webometrîcs pir şûn de ye.
Ligel vê ji Zanîngehê welatên Efrîkayê jî şûndetir e. Zanîngeha Zimbabwe di rêza 2118’an de, Zanîngeha Magodîşu ya Somalî 5178, Zanîngeha Raunda 4407, Zanîngeha Es Salam a Tanzanya 1920, zanîngeha Mozambîk 4278, zanîngeha Makarere ya Uganda 1177, Madagaskar 5071, Burkîna Faso 5576 de cih digire.
Lê divê em vê baş bînin ziman ku zanîngeha herî navdar ya cihana Ereb, Zanîngeha Şamê niha di rêza 5627’an de cih digire. Yanî bi zanîngeha Dihokê re di heman astê de ye. Zanîngeha Azerbaycanê ya herî baş di rêza 6233’an de ye. Lê yên Ermenîstan û Gurcistanê li gorî yên Başurê Kurdistanê di asteke bilind de ne.
Nirxandineke objektîf
Zanîngehên Tirkiyeyê û Îranê li gorî yên Iraqê pir pêş de ne. Zanîngehên Bakurê Kurdistanê ku vana din ava zanîngehên Tirkiyeyê de cih nagirin ji yên Başurê Kurdistanê û Iraqê pir pêşdetirin.
Zanîngeha Înonu ya Meletiyê di rêza 701, ya Ataturkê 859, ya Dîlokê 1152, Zanîngeha Firatê 1242, ya 100. Yil a Wanê 1148, ya Amedê Zanîngeha Dîcleyê 1309, li Qersê ya Kafkas 1416, ya Haranê 1490, ya Sutçu Îmam a Mereşê 1623 cih digire. Zanîngeha Erzînganê di 5585, ya Êlihê 8077, ya Semsurê 8136, ya Artuklu 8230’yî de cih digire. Lê ez zanîngehên nû hatine avakirine. Dema mirov li ber çavan bigirin ku perwerde li Tirkiyeyê her diçe bilintir dibe mirov dikarin vê encamê bi destbixin. Heta zanîngehên Colemêrg, Şirnex, Mûş, Erdexanê ku yên herî şûn de ne jî dikare ji yên Iraqê pêşdetir bin. Mînak Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê tenê ji du zanîngehên Iraqê paşdetir e.

Kalîtiya rojhilatê Kurdistanê bilind dibe 
Dema mirov zanîngehên Îranê li ber çavan bigirin yên herê ku Kurd lê dijî Rojhilatê Kurdisatnê zanîngeha Urmiyê di rêza cîhanê de di 1510, ya Kermanşanê zanîngeha Razî 2904, zanîngeha Tipê ya Kermanşayê 3518, zanîngeha Tipê ya Urmiyê 6524, Zanîngeha Kurdistana Senendeç a Sine 6820’an de cih digire. Zanîngeha Îslam Azad Kermanşahê di 7579, zanîngeha Îslam ya Tipê 8596, Zanîngeha Zanistên Tipê ya Kurdisanê di 8934, zanîngeha Îslam 9144, zanîngeha îslam ya Elamê 12177, zanîngeha Îslma ya Azad a Mahabadê di 12362, zanîngeha Mean di rêza 12362’an de cih digire.
Tiştên ku ji bo Tirkiyeyê me got em dikarin ji bo Îranê jî bibêjin. Li kalîteya hîndekariyê her diçe bilin dibe. Di 10 salên pêş de zanîngehên bajarên biçûk yên Iranê dê rêjeya xwe bilind bikin. Li gorî dereceyên saziyên tenê ev ji bo herêmên Kurd tên gotin.
Zanîngeha Erziromê ya Ataturkê di 868, ya Firatê 1031, ya Dîcleyê 1377, ya Înoniyê 1707, ya Dîlokê 1451, ya 100. Yillê 1512, ya Haranê 1733, ya Kafkas 2551’ê de cih girt. Zanîngehên bakurê Kurdistanê ligel ku nû tên nasÎn jî din ava 10-15 salan de baş hatin nasîn. Mîkan di navbera salên 2005-2009’ân de di warê makaleyên zanistî de Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê zanîngeha Petersburg ya Snt û ya Moskowê li pişt xwe hiştiye.
Lê zanîngehên Rusyayê pir kevn in û çavkaniya mezin a pereyan e. Di encamê de em dikarin bibijêin ku zanîngehên Bakurê Kurdistanê ji yên Rusyayê bi kalîtetirin. Lê mixabin ev yek hêjî ji aliyê gelek şopdaran ve baldar nayên girtin û hê jî Bakurê Kurdistanê paşveru dibînin. Lê ev ev rewş dem aku bi rojava re bê kiyaskirin raste. Li gorî zanîngeha Sovyetê. Her wiha divê em vê jî bînin ziman ku Tikriye jî wekî îranê kalîteya wan her diçe zêdetir dibe. Di nava puandayîna saziyên zanistê ya cîhanê di nava 3 hezarê yekemÎn de zanîngehên Iraqê tune ne.
Nivîsên zanistî yên hatine weşandin
Di heman demê de ger li Iraqê rewşa aborî û siyasî araste bibe û astengî rabin dê kalîteya lêkolînên zanîstiî û saziyên perwerdeyê bilind bibe. Li gorî van daneyan di sala 2002’an de nivîsên zanistin Iraqê di kovarên cihanê de 100’î derbas nake. Di navbera salên 2002-2005’an de 118-174 xebatên zanistî hatine weşandin. Ji 2005’an şûnde bilind bûye û gihiştiye 724’an. Ev bi welatên Başurê Kafkasyayê re eyniye. Ji ber ku şert û meracên wan yên aborî başin kalîte dê baştir be. Di destê me de daneyek der barê nivîsên ji başûrê Kurdistanê tuneye. Lê rêza Iraqêde tê fêm kirin ku zanîngehên Başurê Kurdistanê bi hêsanî dikarin bilind bibin. Lê dema mirov bi Tirkiyeyê û Îranê re bîne cem hev, navberê de ferqek pir mezin heye.
Di navbera salên 2005-2009’an de zanîngeha Dîcleyê 1700 nivîsên wê di kovarên cîhanê de hate weşadin. Ev yek jî nîşan dide ku ZanîngehênBaşurê Kurdisatanê derfetên xwe baş bikarneaniye. Divê em ji bîr nekirn ku şert û mercên wan baştire. Zanistan ev derfet bikaranÎn. Lê mixabin derfet rast bikarneanîn. Ev jî ji kalîteya wan diqewime. Bertîl, gendelî (nelirêtî), polîtîkayên populîst zêde ne. Gelek zanîngehên bê kalîte tênavakirin. Daxwaza xwendkearan ji bo wê kême.

Pêşniyarên çareseriyê 
Ger ku mirov vê formule bikin herî kêm yek an du zanîngeh di standartên cîhanê de di rêza yekemÎn de cih digirin. Lê ew li her derê zanîngehê vedikin. Heta hin zanÎngeh li bajarêndin dixwazin zanîngeha çêbikin. Mînak zanîngeha Fakulya Kelar dixwazin bikin Zanîngeha Germiyan. Îhtîmalek meizn dixwazin li Zaxoyê jî zanînehê vebikin. Wekî tê texmînkirin asta zanîngeha pir kême. Mîkan sala boî zanîngeha Halepçe hate avakirin. Butçeya ku ji bo perwerdê tê veqetandin, wenda dibe. Çareseriya duyemîn jî pergala perwerdehî û ya azmunê nehatiye avakirin. Mixabin li Başur pergalek bi hêz tune. Şertê sêyemîn jî divê hewcedariya perwerdê bê lêkolÎnkirin. Hikûmeta Başur nemaye ku li gudan jî zanîngehê veke. Hilbijartinên pir zêde cidî pêk nayenin. Bi vê rêbazê finanse nakin. Ev hewldanên bi vî rengî daxwaza xebata ciwanan dê derbas bike û hesab dikin ku li hemberî hikûmedê van pozîyonan dur bixîne.
Ev ne pîvanên zelalin. Zanîngehên Îran û yên Tirkiyeyê girêdayê polîtîkayên dewletê ne. Her wiha li van welatan ji ber ku bi zimanê dayikê perwerde nayê dayîn şermeke mezine. Em tenê ya formel analîz dikin.


DR. NODAR MOSAKÎ / MOSKOW