Komîsyona herêmên nakokî li ser ku ji parlamenteran pêk tê, daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê kir ku rewşa van herêman asayî bikin.

Li avahiya parlamena Herêma Kurdistanê, komîsyona herêmên nakokî li ser, têkildarî helwêsta komîsyonê ya derbarê bûyerên pêr li gundê Pelekanî ya ser bi Kerkûkê de helwêsta xwe eşkere kir.

Seroka komîsyona herêmên nakokî li ser, Ciwan Yunis helwêsta komîsyonê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand, “Piştî ku rewşeke zehf zehmet li herêmên Kurdistanî hatin sepandin, bi taybetî jî li parêzgeha Kerkûkê, Kurd rûberûyê pêkanînên ne qanûnî tên. Ev pêkanîn û refteriyên hanê, kiryarên rejîma Baesê tînin bîra me.”

Ciwan diyar kir ku ji ber rewşa ne asayî ya li van herêmên Kurdistanî, bandoreke neerênî li peywendî û asta lihevkirina Bexda û Hewlêrê dike.

Ciwan behsa bûyera pêr jî kir û got, “Doh li gundê Pelekaneyê tişteke nû rû da. Hêzeke zêde û hinek kesên Ereb êrişê Kurdên li van gundan kir û ziyan da wan.”

 

 ROJNEWS / HEWLÊR