Kovara rewşen; hejmara xwe ya yekemîn di 7’ê Tîrmeha sala 1992’yan de weşand. Li gorî qanûnên Tirkiyeyê heta wê demê ji xeynî Tirkî bi ti zimanên din destûr nedihat dayîn ku weşan bê kirin. Bi saya têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dewleta Tirk jî mecbûr ma di hin qanûnan de guhertinan bike. Di warê weşanê de jî qanûn guherîn; bi vê yekê re ji Kurdî re jî derfet peyde bû ku bi rêya estrumanên cihêreng bigihîje ber destê xwendevanên Kurd. Di destpêka salên 1990’î de xemxurên Kurdî, entelejensiya Kurd, hin mela û rewşenbîran li Stenbolê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û Enstîtuya Kurdî vekirin, Kovara Rewşenê jî wê demê dest bi weşana xwe kir û destpêkê nivîsên kesên li enstîtu û NÇM’ê bi Kurdî û çanda Kurdî re elaqedar bûn, weşandin. Apê Mûsa yê gorbihûşt nivîsa pêşkêşê ya kovarê nivîsîbû. Lê dewleta ceberûd a Tirk her çend ji ber têkoşînê hin gav bi paş ve avêtibin û hin qanûn guhertibin jî bi zext û pêkutiyan, bi rêya cezakirinê tim hewl da ku weşana wê asteng bike. Ji ber dozên lê dihatin vekirin gelek caran berpirs û sernivîskarên wê diguherîn. Heta mecbûr ma navberê bide weşana xwe jî. Lê carekê tîr ji kevanê derketibû. Kovara Rewşen bi navê jiyana rewşen û rewşennameyê li dora 60 hejmaran karîbû derêxe. Mebest û armanc ew bû ku di warê ziman, çand, huner û kelepora kurdî de arşîveke baş biafirîne, çand û hunera kurdî bide nasandin, li ser çand û folklora kurdî lêkolînan bike. Dîsa yek ji armancên kovarê jî ew bû ku di warê çand û hunerê de nemaze jî hunera rasteqîn de perspektîfeke baş dane pêşiya hunermend û hunerhezan. Bi 60 hejmarên xwe yên ku di bin zext û pêkutiyên dijwar de karî derkeve di dîroka wêjeya kurdî de cihekî mustesna ji bo xwe çêkir ku îro jî valahiya kovareke wiha tê hîskirin.
NAVENDA NÛÇEYAN