Kurte fîlma bi navê ‘Rewşen’ ku navê keçikeke 14 salî ya xwîn şirîn û esmer e, li rex berxvaniyê li qontara çiyayan, hewl dide fêrî xwendinê bibe. Dîmenên kurte fîlmê li navçeya Biradost a devera Soran hatine kişandin û derhênerê wê Îsmaîl Şemzînî kiriye. Kurte fîlma bi navê ‘Rewşen’ yekem kurte fîlma derhenêrê Kurd Îsmaîl Şemzînî ye.  Derhenêr Îsmaîl Şemzînî der barê çîroka fîlma bi navê Rewşen de axivî û wiha got: “Rewşen çîroka jiyana keçikeke koçer vedibêje, ev keçik li rex berxvaniyê li quntara çiyayan, hewl dide fêrî xwendinê bibe. Xema wê ew e ku nikare wek zarokên din bixwîne, min di beşeke fîlma xwe de cih daye rola mamosteyekî bi nave Welat ku dikare li derveyî dibistanê jî hewla pêgehandin û nehiştina nexwendewariyê bê dayîn û civaka Kurdî bi vî awayî pêş bixin û bibe sedemek ku mamosteyên Kurd perwerdeyê bigihînin nav hemû malan.” Şemzînî bi lêv dike ku yên weke Rewşen di nav civaka Kurd de pir in, lê mînakên wekî mamoste Welat ji bo gelê Kurd hewce ne da bi awayekî rêk û pêk zarokên ku bi sedemên cur bi cur neçûne dibistanê tê bigihînin.

Di kurte fîlma duyem de wêne zêdetir ji karakteran dipeyivin. Heta niha piraniya dîmenên fîlmê di demsalên salê de hatine kişandin û di demsala biharê de tomara dîmenan bi dawî dibe. Lîstikvanên her du fîlmên Şemzînî şêniyên herêma ku fîlm li ser hatiye kişandin in û der barê vê mijarê de jî ev tişt got: “Mebesta min ew e ku bidim nîşan ku ciwanên me li her derê xwedî şiyanên xwe ne û em dikarin sûdê ji şiyanên wan werbigrîn û gelek kesên bi tecrûbe li gundên Kurdistanê veşartî ne.”
Şenzînî der barê mijara kurte fîlmê de jî agahî da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Berhema mina nû der barê keçikeke Enfalê de ye, her çiqas gelek xebat li ser Enfalê hatine kirin, lê divê gelek kar li ser mijarên Enfal û kîmyabaranê bên kirin û heke bi awayekî berdewam jî behsa wan trajediyan bê kirin ji xema me kêm nabe.” Îsmaîl Şemzînî di sala 1980’an de ji dayik bûye û li bajarê Soranê li sînorê bajarê Hewlêrê dimîne, çend salan wekî rojnameger û wênegir dixebite û heta niha sê pêşangehên wêneyên ên li ser xwezaya Kurdistanê vekiriye û pêşangeha wî ya herî dawî li Amedê hat vekirin.

BIRADOST