Kovara rewşenê ku wekî dumahîka ‘rewşen’a ku di sala 1992’yan de di bin baneya Navenda Çanda Mezopotamyayê derketiye, bi hejmara xwe ya 8’emîn a payîza 2013’an li kaniya jiyana xwe vedigere. Kovarê di vê hejmarê de bi gelemperî cih daye nivîs û analîzên li ser çanda civakî. Edîtoriya kovarê di vê hejmarê de naveroka rewşênê wiha vedibêje: “Çand kelepora bîra civakan û rastiya hestiyariya wê vedibêje. Huner jî çanda wê civakê ji nû ve diafirîne. Me di vê hejmarê de mijara xwezaya civakî, çanda civakî, bingeha jiyana çandiniyê û gundîtiyê hilda dest. Bi awayekî me xwast em rewşa civaka xwe ya giyanî û bîrî raxin ber çavan. Li gorî pêşketinên rojane me cih da îslama çandî û wek bîrdozî jî me cih da şerê çandî. Di qada hunerê de, bi taybetî di warê muzîk, tiyatro, sînema û wêjeyê de me hewl da ku hinek ferasetan nîşan bidin. Her wiha li hember van ferasetan me jî feraseta xwe bi we re parve kir.”


Li ser bîranîna şehîdan radiweste

Edîtoryayê di nivîsa xwe de şehîdên çandê jî bi bîr aniye û têkildarî bîranînên wan ên pîroz ev tişt gotiye: “Meha tîrmehê û meha tebaxê, heyama berxwdanê ne. Ji aliyê huner û çandê de jî ev heyam ji bo tevgera me pir watedar e. Me Hozan Serhat, Alî Temel, Aram Tîgran, Delîla, Hêvî û rêhevalên me yên ciwan Rojhat Avaşîn di van rojên berxwedêr de wenda kirin. Em li ber bîranînên wan bejna xwe ditewînin. Têkoşîna wan, cihana me ya hunerî û çandî ronî dike.”
Edîtoriya kovarê diyar dike ku her çi qas di kovarê de kêşeyên rojane yên çanda Kurdî hildabin dest jî, nêrînên wan ên der barê reseniya vê çandê de yên ku di çanda baweriya elewîtiyê û êzidîtiyê de ne jî, bi xwînerên xwe re parve kirine û wiha dibêjin: “Em ji dil û can bawer dikin ku di vê hejmarê de û di çarçoweya sazîbûnê de jî bi taybet di warê Çanda Kurd de hin agahiyên hêja û rast ji bo xwîneran dê bikêr bin û dê jê sûd werbigrin.”

Nivîsên vê hêjmarê

Nivîs, krîtîk û analîzên ku di vê hejmarê de cih girtine ev in; ‘Xwezaya civakî bi xwe jî çand e’ ya Alî Roj, ‘Çanda civakî û pîroziyên wê’ ya Alî Haydar Yerkanli, ‘Çanda gund û çandiniyê’ ya Tînda Rojhilat, ‘Kesên ku di çavê zarokan de xweda dibînin’ a Dilzar Dîlok, ‘Şerê çandî’ ya Seyît Riza Bektaş, ‘Çanda ku ji hêla kevneşopiya netew dewletê ve hatiye çêkirin(!)’ a Zanyar Zenda, ‘Der barê çanda baweriya êzidîtiyê de’ ya Mehmet Ozcan, ‘Çima destên ku tetikê dikişînin ji destên dua dikin bêtir in’ a Cîhan Eren, ‘Sînemaya kesk’ a Erol Balci, ‘Der barê şano(geri)ya alternatîf de’ ya Ekîn Kizilirmak, ‘Rêhevala Mizgîn’ a Rûken Aydin, ‘Vengê ma yên ke nîmede mendo’ ya Mordem Dêrsim, ‘Pirsgirêkên muzîkê -II-’ ya Weysî Varli, ‘Lawkê Serhedê’ ya Delîl Mîrsaz, ‘Wêjeya Devokî’ ya Fehîma Deştan û ‘Hevalê min’ a Bêrîvan. 

DÎHA/AMED