Li Rojavayê Kurdistanê ku şer bi hemû dijwariya xwe lê dewam dike, gel li aliyekî parastina xwe ya aktîf dike, li aliyê din jî xebatên avakirina xweseriyê bênavber dewam dike.

Rewşenbîrên Rojavayî jî, di pêvajoya avakirina demokratîk de berpirsyariya xwe ya wicdanî nîqaş dikin.
Konferansa Rewşenbîrên Kantona Cizîrê ya ji aliyê komîteyeke amadekar a ji 9 kesan û hin dilxwazan ve hat hat destpêkirin, piştî amadekariyên şeş mehan, xebatên xwe temam kir.
Ev nîqaşên berfireh û belgeyên hatine amadekirin, wê bi konferansekê re derbasî qonaxeke nû bên kirin.
Rewşenbîrên Rojavayî, wê di 20'ê Hezîranê de li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê konferansekê lidar bixin û bi vê yekê re êdî xebatên xwe di nava yekitiyekê de bimeşînin.
Ji Komîteya Amadekar a Konferansê rewşenbîr-nivîskar Hasan Zaza da zanîn ku di her civakê de rewşenbîr xwedî mîsyon û berpirsyariyeke gelekî girîng in û got, "Ji ezmûnên cîhanê em dizanin ku rewşenbîr, bi rolên xwe yên di pêvajoyê şoreşî de tên bîranîn.
Ji ber vê yekê, di parastin û pêşvebirina ziman û çanda gelên Rojava, di perwerdekirina mirovên xwe de, divê rewşenbîrên Rojava bibin pêşeng û em li bendê ne ku vê rola xwe ya dîrokî baş bileyzin."
Ji bo konferansa ku ji bo yekitiya navbera rewşenbîran weke 'konferansa damezrandinê' tê dîtin, hemû amadekarî qediyane. Vexwendînameyên bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî, bi rêya komîteyên li her qadê gihaştin rewşenbîran.
Çav li rê ye ku ji Kantona Cizîrê 500 rewşenbîr beşdarî konferansê bibin û di mijarên nivîsandin, wêje, ziman, çand û perwerdeyê de gelek biryarên nû werin girtin. 

QAMIŞLO