Li bajarê Qamişlo Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd ên Sûriyeyê bi başdariya nivîskarên Kurd Helîm Yûsiv û Ehmed Huseynî civînek lidar xist û daxwaz kir ku yekîtiya rewşenbîran çêbe.

Civîn bi deqeyekê rêzgirtin destpê kir. Piştre di dîwanê de Helîm Yûsiv û Ehmed Hûseynî amade bûn. Nîqaşa civînê li ser avakirina Yekîtiya Rewşenbîrên Rojava bû.

Di civînê de Helîm Yûsiv diyar kir ku pêwîst e her rewşenbîrek Kurd mejiyê xwe ji fikirên partiyan û layangeriyê biparêze û wiha peyivî: “Ji ber ku rewşenbîr pêşengên civakê ne, pêwîst e, yekemîn armaca me ew be ku rewşenbîrên Kurd, Kurdistanî û netewî bin.”

Tê payîn di demê pêş de encamnameya civînê were eşkerekirin.

Navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê li Ewrûpayê ye, şaxên wê li Bakûr û Başûrê Kurdistanê jî hene. 


 ANHA/QAMIŞLO