Endamê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Ehmed Huseynî diyar kir ku dewleta Tirk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û bi vê yekê hewl dide ku gelê Kurd bi çand, ziman û dîroka wî ve tine bike. Ehmed Huseynî got, heke ji destên dewleta Tirk a dagirker were oksîjenê ji ser gelê Kurd qut bike, ew ê bike. Ehmed Huseynî got, sûcên artêşa Tirk a dagirker ne tenê li dijî gelên Kurd ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, lê belê li dijî tevahiya gelê Kurd e, ji ber dijminatî û înkara hebûna gelê Kurd, înkara dîroka gelê Kurd ji armancên sereke yên dewleta Tirk in. Ehmed Huseynî bang li partiyên siyasî kir û got parastina dîroka Kurdan bikin, ji ber ku mayîndebûna çanda Kurdî di parastina dîrokê de ye, û bi vê yekê dikarin rê li pêşiya dijmin bigirin, Endamê HRRK’ê Ehmed Huseynî li ser rola rewşenbçîran jî got, "Rola herî girîng, dikeve ser milê rewşenbîrên Kurd. Lewma divê rewşenbîrê Kurd di vê pêvajoyê de xwedan helwêst be da ku gelê Kurd û partiyên siyasî hişyar bikin û ragihînin ku bersiva herî rast ji êrişên li dijî gelê Kurd re yekitiya gelê Kurd e û jiyana li ser bingehê azadiyê ye." ANHA/QAMIŞLO