Sazî, rewşenbîr, nivîskar, parêzer û rojnamevanên Kurd ên li Londonê deklarasyoneke hevpar weşandin û li dijî şer, xizanî û êrişên nîjadperestiyê bang li her kesî kirin da ku di hilbijartinên giştî yên 12’ê Kanûnê de deng bidin Partiya Karker.
Di deklarasyona hevpar de sazî, rewşenbîr, nivîskar, parêzer û rojnamevanên Kurd û yên Tirk yên li Londonê destnîşan kirin ku ew piştgiriyeke xurt didin manîfestoya Jeremy Corbyn û Partiya Karker.
Di deklarasyonê de bang li mirovên pêşverû û dijberên nîjadperestiyê hate kirin ku di 12’ê Kanûnê de dengê xwe bidin Partiya Karker.
ANF/LONDON