
Kesên mîna Seyfolquzat(1874-1944), Seyîd Kamil Îmamî(Awat) (1903-1989), Xalemîn(1905-1992), Qanîi, Heqîqî(1902-1997), Hejar Mûkriyanî(1920-1991), Hêmin Mukriyanî(1921-1986), Xalid Axay Hisamî(Hêdî – 1927- ), Ebdurehman Zebîhî(E. Bîjen), Dilşad Resûlî( M. Nadirî), Hesen Qizilcî, Seyîd Mihemed Hemîdî(1903-1979), Mihemed Şapesendî(M. Azer) karîn di serdema J.K û komara Kurdistan de, germahiyeke din bidene riha wêje, helbest û hunera Kurdî. Berhemên wan heta roja îro jî li ser mejiyê civakê bi bandorin û bawer nakim momika ku hingî bi rêya wan hatiye pêxistin, sedha salên din jî vemire.
Mil bi milê du şaêrên millî(Hêmin û Hejar), du kesên din hatin qada edebiya Kurdî ku yek ji wan çîroknivîs Hesen Qizilcî û yê din jî Ebdulrehman Zebîhî (ferhengnivîs û çîroknivîs) bû. Ew her du jî di dewlemendkirin an ji vejînandina edebiyata Kurdî û bi taybetî jî pexşan û çîroka Kurdî de, xwedî rolekî mezin bûn.
Edebiyat û rojnamegeriya serdema kumarê wisa kûr û bihêze ku piştî têkçûna komarê jî hinek ji wan rewşenbîran neçar ji rojhilatê Kurdistanê derketin û çûn başûr. Li wira jî wan karîn teisîra xwe li ser rewşa edebiyat û rojnamegeriya başûrê Kurdistanê bikin. Yanî ew helgirên alekê bûn ku li her derê derfet hebûye, karekî wiha berfirehtir kirine. Di rastiyê de ew helgirên ala riha neteweyî û edbiyata serdema komara Kurdistanê bûn.
Pêngavên mezintir
Bi derbasbûna rojan re pilanên nû têne danîn û peyakirin. Li gor teqwîma hicrî rêzkirina van xebatên hêja jî wisa ye.
15. 09. 1325 (hetavî) de yekemîn hejmara kovara „Kurdistan“ hate weşandin.
20. 10. 1324 Navê xwendingeha „Pehlewî“ dibe“ Kurdistan“. Kurdistan“Organa fêrmîya HDK“ di vê derbarê de wiha dinivîse:” Bi sedema biryara serokkomar li 20. 10. 1324 hinek ji kesayetîyên mezin û ferhengî di îdara perwerdê da komek pêk anîn û piştî axaftineke dûr û dirêj biryar hate dayîn ku navê xwendingeha Pehlewî bi xwendingeha „Kirmancî Kurdistan“ bête gûherandin”.
20. 10. 1324 derketina yekemîn hejmara rojnama Kurdistan(2) û cejina vekirina îdareya rojnameya Kurdistan tê lidar xistin.
20. 10. 1324 bi belavkirina agehdariyekê ku ji hêla komîteya navendî a “hizbî demokratî Kurdistan”ê sebaret bi fêrmîkirina zimanê Kurdî, tê belav kirin.
12. 11. 1324 yekemîn car li mizgefta Sor xotbeya nivêja roja înê bi zimanê Kurdî tê birêvebirin. Rojnama Kurdistan di vê derbarê de wiha dinivîse:” Be biryarî Qazî Mihemed, serkomarî Kurdistan, be îmamî cemaetî cumiey Mehabad espêrdira ke xotbey cumie be pêy biryareke rêk bixat…”
Di 20.11.1324 çêkirina heyetekê ji guherandina peyvên biyanî bo ser zimanê Kurdî ku berê ji nav û sernavên hêzên Pêşmerge dest pêdikin. Ev kar jî reformeke nû bû ku li pey şiwir û lêkolîneke berfireh bû biryareke resmî a hikûmeta Kurdistanê.
Nimune:
Nizamname: Rêwşiwên; Herb: Şer; Ewarizî Zemînî: Toşhatî Herdî; Teilîmat: Fêrbûn; Encam: Pêkhênan; Komsyon: Meko Û hwd.
Di 26.12.1324 damezirandina pirtûkxana millî.
Di 01.02.1325 weşandina yekemîn hejmara “Hawarî Nîştiman”.
Di 10.02.1325 Nadyoya Kurdistan dest bi kar dike û du roj piştre jî axftina pêşewa Qazî tê de belav dibe.
30. 04. 1325 de pêşkêşkirina spasnameyekê ji çend mamostayên Kurd re ku ji başûrê Kurdistanê çûbûn Mehabad û bi rêya wan dersên Kurdî dihatine dayîn.
Sîneme û şano
Çêkirina sînemaya gerok, koma marşên netewî û pêşkêşkirina çendîn lîstikên şanoyê, bandoreke mezin di şiyarkirina hestên netewî da hebûn.
Sê şanoyên ku wan „salên azadî û bexteweriyê“ hatine pêşkêşkirin evin:
1. Sahnoya „Selahedîn“ ku tenê li Mehabad hate pêşkêş kirin û nivîskarê wê jî Qazî Mihemed bû.
2.Dayikî Nîştiman ku li bajarên Mehabad, Neqede û Şino hate pêşkêşkirin. Kesên weke Sîros Hebîbî, Ebdula Nehirî, Miheyedîn Maweranî, Ebdulay Hekîmzade, Hamidî, Mihemed Ratibî, Mihemedî Selîmokey, Simaîl Pîrozî, Mistefa Cenentî, Eskender Tepiljen, Xelîl Qerenî û Xenî Bilûriyan lîstikvanên wê bûn. Hinek jêder nivîskarê wê kesên weke Qazî Mihemed, Îbrahîm Ehmed û hwd dizanin, lê hê jî bi temamî navê nivîskarê wê eşkere nebûye.
3. Sahonogerîya “Tebîbî îcbarî” ji nivîsîna Moler bû ku li bajarê Seqiz hate pêşkêş kirin. Tevî ku Seqiz di bin desthilatdariya komarê de nebû lê li sala 1946an ev şano bi armanca hevkariya şagirdên hejar û feqîr hate pêşkêş kirin.
22. 01. 1946'an komar hate îlankirin. Hingî gire-gir, serok eşîret û kesayetiyên olî li pey îlankirina komara Kurdistan, her yekî li herêm, gund an jî bajarê xwe şahiyekê saz dikin. Mesela bîrêvebirina cejinekê ji hêla Seyîd Ebdulah Efendî (Gîlanîzade) li roja 09.11.1324'an ku piranî hêza Urmiyê tê de beşdar bûne.
Bi ser hev de wan 5-6 salan guherandinên zêhnî û xwenaskirnê di nava generationa ku di temenê xwe yê nûciwanî û ciwaniyê de bûn, pêk hat. Derfet çênebû ku bi rêya perwerda siyasî-çandî nifşekî nû perwerde bibe ku bi hemû bîr û ramanên xwe destperwerdên sîstemeke Kurdî bin. Ger komar 10 salan li ser esasê bernama ku hebû, kar û xebatê xwe bi wê germahiyê bidomanda, elbete niha rewşa siyasî li rojhilatê Kurdistanê di hemû waran de, di pileyeke bilindtir da bû.
Girîngiya ku di serdema komarê de ji ziman û edebiyata Kurdî re dihate dayîn, niha jî partiyên Kurda (elbete bi li ber çavgirtina van hemû îmkanên teknîkî ku di vê dessalê de hene û hingî jî tunebûn), nadenê.
Komar bi temenê xwe yê kurt de bû dergûşa afirandikarî, nivîsandin, bizaveke nû ya edebî û rewşenbîrî a Kurdî. Ji ber wê jî mirov bi cesaret dikare bêje: Komar xwedîka şefaf a edebiyata moderna Kurdî bû.
Edebiyata ku wan helbestvan û rewşenbîrên Kurd kevirê yekê yê bingeha wê danîn, du alîyê wê yên pozîtîv hebûn:
1. Dewlemndkirina naverok û cewherê edebiyata Kurdî.
2. Bihêzkirina edebiyata berxwedan û protestoyê ku ji bo paratsina nasnama me ya netewî di wan salên ku her kes li pey bidest xistina mafên xwe yên meşrûi bû, pir pêwîst bû.
Di serkêşiya vê rewş û pêvajoya nû de piştgîriya meinewî-madî ya pêşewa Qazî ku girîngiyeke pir mezin dida edeb, nivîsîn û xwendina bi zimanê zikmakî, pir zêdeye. Hizra sîstemeke perwerdê ya modern pilana wî ya paşerojê bû. Li ser vê armancê wezareta perwerdê dest bi vekirina xwendingehên Kurdî kir û banga hatina mamostayên Kurd ji parçên din yên Kurdistanê jî hate kirin.
Ev jî nasnama Kurdistanîbûna Komara Kurdistan hê bêtir ji me re eşkere dike. Fêrmî kirdînî zimanê kurd di karê ticarî, îdarî, leşkerî û qezayî de vê rastiyê diselmîne.
Bi giştî ji 1942 heya dawiya 1946'an di warê sosyal, aborî û siyasî da pêngavên nû hatine avêtin.
Di şertên dijwar yên nebûna kaxez û pêwîstiyên din yê çapkirinê de, çapxana Kurdistan roj nebû ku pirtûk, belavok, kovar an jî rojnamekê nede weşandin. Ew berhem tev bûne sedem ku rojnamegeriya Kurdî ji qonaxekê ber qonaxeke nûtir gavan bavêje.
Rojname û kovar
Rojname û kovarên serdema komeley J.K û Komara Kurdistan yên jêr bûn:
1. Kovarî Nîştiman: Edebî-siyasî û mehane bûye.- êdîtorê wê Ebdulrehman Zebîhî û hejmara yekê naverasta sala 1943'an hatiye weşandin. Nîştiman piştî kovara Kurdistan a serdema Simkoyê Şikak kovara duyê ye ku li rojhilatê Kurdistanê hatiye belav kirin.
2. Kovara Hawaii, 1945: Kovarekî edebî- tarîxî, civakî- Kurdî bûye- Hemû karên wê hejmarê nemir Mihemed Şapesendî encamp dane.
3. Kovara Hawarî Kurd: Kovarek edebî û dema hêrişa Kurda bo ser şardariya Mehabadê hatiye weşandin. Awat û Hawarî Kurd berdewama kovara Nîştima hatine diyar kirin.
4. Kovara Kurdistan: Edîtorê: Seyîd Mihemed Hemîdî û nivîsakarên wê jî: Dilşad Resûlî, Hêmin, Hejar, Seydî Mihemed Hemîdî, Elî Xusrewî, M. Eşqî, M. Nejadî û çendîn kesên din bûne.
5. Rojnamey Kurdistan: Heftiyê du cara, organa fêrmîya hikûmeta Kurdistanê û êdîtorê wê jî Seyîd Mihemed Hemîdî bûye.
Rayedarên komarê qanûn û biryarên erkanên hikumetê bi rêya rojnamê belav kirine. Meselan agehdarîyên serbazî, agehdarîyên darayî, roportaj, sikalayên himwelatiyan û hwd di wê rojnamê da hatine belav kirin.
6. Kovarî Helale: Kovarek edebî û êdîtorê wê Hesen Qizlcî û li bajarê Bokanê dihate weşandin.
Di ragehandina serdema komarê hemû qanûnên dariştina nûçe û xebaran li ber çav girtine. Yanî pirsên weke: kî, kengî, li kû, çawa, çima?” di nîçeyên wan de bêbersiv nînin.
7. Kovara Hawarî Nîştiman: Kovara çîna genc û cewanên Kurd ku nemir Sedîq Encîrî Azar berpirs û editor wê bûye. Tenê yek hejmara wê roja 21ê marsa sala 1946an hatiye weşandin.
8. Kovarî Gir û Galî Minalanî Kurd: 3'ê hejmar hatine weşandin û sernivîserê wê Mela Qadirî Modersî bû. Ew yekemîn kovare ku di dîroka rojnamegeriya Kurdî da ji zarokan re hatiye çapkirin. Li Îranê 1919 û li Iraqê 1922 cara yekê kovar ji zaroka re hatine weşandin.
Di serdema ku komara Kurdistan hebû, dewleta Îranê jî ket hewldanên mezin ku bandora ragehandina Kurdî di nava Kurdên Îranê de vala derxîne. Ji ber wê jî izin da ku bi zimanê Farsî çend kovar û heftenameyên mîna: Namey Kurdistan(Kirmaşan), Zargros (Sine) û li Tehran, Sine û Kirmaşanê dîsa: Pêykê Kurd, Direfiş, Arêz, Enqlabê Kavêh, Îranê Cewan û Tuhfê jî dane weşandin ku tev li dijî armancên komarê bûn.
Ya herî dodirêj rojnama Kuhistan bûye ku alîgiriya komarê kiriye. Kohistan heftane bû û duşemiyê derdiket. Biha dida babetên mina rexneyên edebî, helbestên Kurdî, Huner, dîrok û folklore.
• Hemen meha janviyê ye ku têde komar hate îlan kirin.
• Sernivîskarê rojnama Kurdistan Seyîd Mihemedî Hemîdî û berpirsyarê çapxanê jî Mela Qadir Moderisî bû ku hemû rojê Pêşwa Qazî serdeana wan kiriye.
Jêder:
1.Hemû hejmarên rojnama Kurdistan ya sala 1946'an li serdema komara Kurdistan.
2. Kovara Nîştiman
3. Hevpeyvîn: Mihemed Şapesendî, Dr. Ezîz Şemzînî, Menaf Kerîmî û Ubeydulah Eyûbiyan.
KAKŞAR OREMAR