Daxuyaniya Yekîtiyê wiha ye: “Di dema ku asoyên ragihandinê di hemû aliyan de roj bi roj berfireh dibe, hikûmeta Tirkiyê, Şirketa Eutelsatê û Îran biryara rawestandina weşana kenal û radyoyên Kurdî didin. Ev biryar ne di cih de ye û bêmafî ye. Em vê helwestê bi tundî şermezar dikin. Ji bo dengê rastiyê bigihêje raya giştî, divê ku ev nêzîkatiyên bêexlaqî û dûrî demokrasiyayê bên rawestandin û di demeke nêz de hemû saziyên weşanên Kurdî vegerin xebata xwe”. 


 HESEKÊ