Bi rasthatina salvegera 5´an a Fermana 3´yê Tebaxê, 3 û 4´ê Tebaxê li seranserê Ewrûpayê qurbaniyên qirrkirinê hatin bibîranîn û doza dadgehkirina sûcdaran û qebûlkirina statuya Şengalê hat kirin.

Di salvegera 5´an a Fermana 3´yê Tebaxê de, ji bo Şengalê, Kurdistaniyan û dostên wan li dehan bajarên Ewrûpayê çalakî li dar xistin û peyama, em ê qirrkirinê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin, da.

Li Elmanyayê çalakî hema hema li hemû deverên welat pêk hatin. Li bajarê Bielefeldê kuÊzîdî lê zêde ne, şemiyê saet 11´an çalakiyê bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.  Paşê bi pêşengiya jinên Êzîdî meşek bi slogana ”Azadiya jinên Şengalê azadiya mirovahiyê ye” hat kirin. Xelkê bajêr jî destek da vê dirûşima meşê. Meş li gara trênê ya navendî bi dawî bû.

Li Bremenê jî li ber Parlamena Eyaletê çalakiyek hebû. Destpêkê konek hate vedan û piştî rêzgirtinê, saet 15:00´an li ber avahiya eyaletê mîtîngek pêk hat. Di mîtîngê de ji welatên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) hate xwestin ku bi naskirina qirrkirinê re, ji bo dadgehkirina çeteyên DAIŞ‘ê dadgeheke navneteweyî ava bikin.

Dilsoziya bi YPG û YPJ´ê

Li Hannoverê jî destpêkê li dêra Martkircheê rêzgirtinê hebû. Papazê dêrê Hanna Kreisel-Liebermann qurbanî bi bîr anîn. Piştre ji bo bibîranîna Êzîdiyên mexdûrê qirrkirinê find hatin vêxistin. Piştî vê merasîmê li navenda bajêr meşek pêk hat. Polîsên Elman xwestin dest li alên YPG û YPJ’ê werdin, lê girseya gel nerazîbûn nîşan da. Di çalakiyê de ku du saetan dewam kir, ji bo PKK’ê û li dijî dewleta Tirk dirûşim hatin qîrîn.

Li Nurnbergê bi heman armancê çalakiyek pêk hat. Kurd tevî dostên xwe daketin qadan û tevî qirrkirina li Şengalê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê jî şermezar kirin.

Çalakiya li Giessenê bi beşdariya bi sedan kesî pêk hat. Di meşa protestoyî de alên YPG, YPJ û YBŞ‘ê hatin hildan. Di çalakiyê de êrişên qirrkirinê yên li dijî Êzîdiyan hatin şermezarkirin û daxwaza statuya Şengalê hate kirin.

Li Freiburgê bû bi rêzgirtinê qurbaniyên fermanê hatin bibîranîn.

Kurdan şerê DAIŞ´ê kir

Kurdên li Stuttgartê jî tevî dostên xwe li Rotebohlplatzê qurbaniyên qirrkirinê bi bîr anîn. Li vir Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Ludwisgburgê Lokman Hedil got, ”Yên ku Şengal parastin şervanên jin ên Kurd bûn. Ji ber ku Şengal mîrateyake dîrokî ye ku ji me re hatiye hiştin. Em ê bi tevahiya hêza xwe xwedî li vê mîrateya çandî û dîrokî derkevin.”

Li Heilbronnê jî Kurdistaniyan şehîdên qirrkirina Şengalê bi bîr anîn.

Li Saarbruckenê piştî rêzgirtina bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) mîtîngek pêk hat. Bi navê TAJÊ, Zero Alî bi bîr xist ku têkoşîna herî xurt a li dijî DAIŞ’ê ji aliyê Kurdan ve hatiye meşandin û ji dewleta Elman xwest ku dest ji kiryarên xwe yên zordar berde.

Li Lohneyê jî li Nevanda Êzdaî bi beşdariya hemû saziyên Êzîdiyan ên li wê derdorê pêk hat. Serokê Navenda Êzdaî, Keleş got, ”Me xwest bi beşdariya hemû partiyên siyasî, şaredarî û rêxistinên civaka sivîl ên ku nûneriya vê herêmê dikin, balê bibin ser Fermana 3´yê Tebaxa 2014’an û tiştên hatin serê Êzîdiyan.” Li ser pira avahiya dîrokî Schloss Ulenburg jî resmên dema qirrkirinê hatin daliqandin.

Li Kielê jî li Asmus-Bremerplatzê çalakiyeke bibîranînê hebû. Çalakî bi gotina sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Erdoganê Kujer’ bi dawî bû.

Li semta Mönckebergê ya ser bi Hamburgê, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Rojbînê fermana li dijî Êzîdiyan bi mîtîngekê hat şermezarkirin. Nûnera Black Connunity (Li dijî qirrkirina jinê tevgera jinên reşik e) Oloruntoyin La Taya Manly got, tenê rêxistinkirî pêşî li qirrkirinan tê girtin û têkoşîn dibe.

Li seranserê Ewrûpa yek peyam: Statuya Şengalê qebûl bikin

Wekî din, li paytexta Fransa Parîsê, li bajarên wê Marsîlya, Bordeaux ûMontpellier jî çalakî hatin li dar xistin û peyama ”Em hemû Êzîdî ne”, hat dayîn. Li  paytexta Rûsyayê Moskovê û li bajarê Swêdê Borlangeyê, li paytexta Danîmarkayê Kopenhagê, li paytexta Awusturyayê Viyanayê, li bajarê wê Perthê, li bajarê Holanda Den Haagê, li bajarê Swîsreyê Luzernê jî bi çalakiyan qirrkirina Şengalê hat şermezarkirin, doza qebûlkirina statuya xweseriya demokratîk a Şengalê hat kirin û hat xwestin ku berpirsên qirrkirinê bên dadgehkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN