Navenda Çapemenî û Ragîhandinê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) derbarê serdana Rêxistina Banga Cenevre de di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin hêzên wan parastina herêmên dîrokî ku bala gelek tûrîzman kişandine,kirine. Daxuyanî bi vî rengî dewam kir: "Ev herêm tevî rewşa şer a heyî jî, hê jî wekî xwe hatine parastin û di bin parastina hêzên Yekîneyên Parastin Gel de ye. Şandeyek ji Rêxistina Banga Cenevre serdana van herêman kir û çavdêriyên xwe kir.
Şandeyê piştre berê xwe da Navendek tabyet ên Yekîneyên Parastina Jin (Keşafê) ku kesên temenê wan 16 û 17 sal e tê de ne kir. Ev kes ji eniyên şer hatin kişandin û li van navendan hatine bicihkirin. Li wir perwerdeyên hunerî û pêşxistina hişmendî dibînin.
Li wir şandeyê û rêveberên navendê derbarê armanca ji vekirina vê navendê, xebatên wê, komîteyên wê, bernameya wê ya civakî, çandî û perwerdehî nîqaş hatin kirin."
Her wiha YPJ da xuyakirin ku endamên şandeyê diyar kirine ku li Rojava gelek rengînî heye û bal kişandine ser xebatên Rêveberiya Xweser di warê jiyana civakî de.
Di 5’ê Tîrmeha 2014’an de Rêxistina Navnetewî ya Banga Cenevre, Rêvebeirya Xweseriya Demokratîk, Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin bi hev re derbarê qanûnên şer de hevpeymanek bi îmze kirin. Di nav de tê gotin ku kesên di bin 18 saliyê de divê ji nava şer werin derxistin.
KEŞAF