Rêxistina Efûyê nerazîbûn nîşanî qedexeya derketina derve da û diyar kir ku li bajarên Kurdan bi taybetî li Şirnex, Colemêrg û Amedê ev 6 meh in êrîş tên kirin. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku li van bajarên Kurdan ên êrîş tên kirin xizmetên tenduristiyê nagihêjin mirovan û hat destnîşankirni, ku ev yek binpêkirina mafê jiyanê ye.
Rêxistina Efûyê bibîr xist, ku di êrîşan de heta niha zêdeyî 150 sivîl hatine qetilkirin û da xuyairin, ku çavdêrên navneteweyî jî nikarin xwe bigihînin van herêmên derketina derve lê hatine qedexekirin.
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên dewleta Tirk nahêlin ambûlans jî bikevin nava navçeyan û hişyarî hat dayîn, ku eger gav neyê avêtin dibe ku rewş bêhtir nebaş bibe. Di daxuyaniyê de, pêkanînên dewletê yên li hemberî gel weke “tund û kêfî” hatin pênasekirin û bang li dewleta Tirk hat kirin ku dawî li qetilkirina sivîlan bîne. 


 LONDON