Li gor Navenda Mafê Mirovan a Kurdistanê, Rêxistina Efûya Navnetewî li ser rewşa tenduristiya Zeyneb Celaliyan daxuyaniyek belav kir û dewleta Îranê hişyar kir.
Rêxistinê diyar kir ku ji ber nexweşiya Tiraxûma Çav (nexweşiyek ku ava çav zuha dike û paşê dibe sedema korbûnê) rewşa tenduristiya Celaliyan di metirsiyê de ye, ji ber ku berpirsên dadgehê destûr nadin ku ew li nexweşxaneyê were dermankirin. Di rapora Rêxistina Efûya Navnetewî de hatiye ku rejîma Îranê daxwazên Zeyneb Celaliyan ên di nexweşaneyê de were dermankirin, red kiriye, ji ber ku di televîzyonê de û li pêş kamera îtiraf nekiriye.
Rejîma Îranê her wiha destûr nade Zeyneb Celaliyan bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Dozger ji parêzerê Celaliyan re gotiye ku heta muwekila wî li pêş kamera îtirafê neke, ew destûr nadin ku ji bo demekî biçe destûrê.
Zeyneb Celaliyan di sala 2008’an de bi behaneya ku endama PJAK’ê ye ji aliyê Îtilaata bajarê Kirmaşanê ve hat girtin û gelek êşkence lê hat kirin. Di serî de jê re cezayê darvekirinê hat dayîn. Lê belê di sala 2011’an de cezayê wê dakete hetahetayî.
LONDON