Endamê Rêxistina Efûya Navneteweyî yê 93 salî J. Eîleen, ji rojnameger Nedîm Turfent ê 2 salin girtî ye re nameyek şand. Eîleen diyar kir ku ew di wê ferqê de ye ku Nedîm Turfent li rastî bêedaletiyê tê. Eileen, di nameya xwe de got: “Xoşevîst Nedîm, Em wekî Rêxistena Efûya Navneteweyî ji bo tu adîl bê darizandin çi ji destê me bê emê bikin. Em bi fikrên xwe yên herî baş bi tere ne.”

Rojnameger û nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dicleyê (DİHA) ku bi KHK’ê hat girtin, Nedîm Turfent, ji 26’ê Nîsanê ve ye di hucreyê de tê girtin.

 

AMED