Rêxistina Edil û Tenmiye ya Mafê Mirovan a Misrê, bang li dewletên Ereban kir ku kel û pelên dewleta Tirk boykot bikin û her wiha dan û standina bi lîreyê Tirkiyê li bankên erebî jî qedexe bikin.

Asta şermezarkirina li dijî dewleta Tirk bi sedema destwerdana wê li kar û barên dewletên erebî, bilind dibe. Rêxistina Edil û Tenmiye (wekhevî û geşkirinê) ya Mafê Mirovan ku rêxistineke misrî ye, bang li dewletên Ereban, di serî de Misr û dewletên Meclisa Hevkariya Kendavê mîna Îmarat û Erebistana Siûdiyê, kir ku kel û pelên dewleta Tirk boykot bikin û her wiha jî dan û standina bi lîreyê Tirkiyê li tevahî bankên erebî li ser bersivdana wê ya bêserûber li dewletên Ereban û destwerdana wê li Lîbyayê boykot bikin.

Berdevkê rêxistinê Zîdan El-Qenaî bang li tevahî dewletên Ereban kir ku dest bi hemleyeke mezin a boykotkirina kel û pelên Tirkiyê, berhemên şîrketên Tirkiyê û sûkên Tirkiyê yên li Kendavê û her wiha jî turîzma Tirkiyê jî bikin.

Zîdan El-Qenaî got, boykotkirina tevahî kel û pelên Tirkiyê wê bi xwe re aboriya Tirkiyê hilweşîne û şoreşa gel a rakirina Erdogan û hikumeta wî ya piştgiriya Îxwan û rêxistinên terorîst li Rojhilata Navîn dikin, pêk bîne.

 

 ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN