
Pêla koçberiya ber bi Kantona Efrînê ve didome. Di du rojên dawiyê de zêdetirî hezar û 240 koçberên din ji ber kiryarên artêşa Tirk a dagirker, çeteyên wê û çeteyên DAIŞ`ê ji warên xwe veqetiya û xwe spartin Efrînê. Rêxistinên navneteweyî jî soza destekê da.
Di du rojên dawî de zêdtirî hezar û 240 koçberî ji herêmên Şehba û herêmên din ên Sûriyê derbasî Kantona Efrînê bûn û li kampa Rûbar û Şehba hatin bicihkirin.
Bi guhertina demoxrafiya herêma Şehbayê re ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker pêk tînin, pêla koçberiya ber bi Efrînê ve didome û roj bi roj zêde dibe.
Koçberên ku îro derbasî Efrînê bûn ji herêma Bab, Ezaz, Cerablus, Qebasîn, Reqa, Tebqa, Dêrezor û Bokemalê ne. Koçberan da xuyakirin ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ`ê herêmê ji niştecihên wê yên resen vala dikin. Li aliyê din, Xaçe Sor a Navneteweyî ku serdana Kantona Efrînê kiribû û rewşa koçberên kampa Rûbar û Şehba şopandibû, soza destekdayîna ji bo koçberan dabû.
EFRÎN