Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), li gelek deveran derbarê rewaş şoreşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de civînên gel lidar dixin.
Li Rojavayê Kurdistanê xebatên rêxistinkirinê bê navber tê meşandin. Rêxistinan ji bo perwerdekirin û agahdariyê lez dan civînên gel jî. Rêxistinên kurdan MGRK, TEV-DEM û PYD, di civînên li Efrîn û Girkê Legê de, ji bo serkeftina şoreşê û avakirina rêveberiya xweser, bal kişandin ser girîngiya parastina yekîtiyê û xurtkirina têkoşînê.

Li Efrînê MGRK civîn lidarxist

Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê, bi armanca ku der barê rewşa dawî ya Sûriyê û Rojava de, gel agahdar bike civînan lidar dixe. Civîn li gundê Badinlî yê girêdayî navçeya Efrînê Mabatayê pêk hat. Piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mihemed axivî. Sînem Mihemed bi bîr xist ku gelê Kurd li Sûrî û Rojavayê Kurdistanê di pêvajoyeke girîng re derbas dibe û got, parastina yekîtiya gelê Kurd û xwedîderketina li Desteya Bilind a Kurd wê serkeftina şoreşê misoger bike.

Kurd wê xwe biparêzin
Li navçeya Cinderesê û gundê Basûta yê girêdayî navçeya Efrînê Şêrawa jî, Partiya Yekîtiya Demokratîk civînên gel lidar xist. Hevseroka PYD Asya Ebdella di civînê derbarê rewşa dawî ya Sûriyê de axaftinek kir û bal kişand ser girîngiya yêkîtî û hêza kurdan û weha got: "Êdî ti rewabûna Rêjîma Sûrî ya Baasî nemaye. Berdewamkirina siyasetên şerxwaz yên rêjîma Sûrî wê rê li ber şerê navxweyî veke. Ev şer wê bibe sedema mirina bi hezaran mirovî." Asya Ebdella anî ziman ku eger şereke navxweyî li Sûrî destpêbike, wê Kurd xwe û herêmên xwe biparêzin.Hevseroka PYD di axaftina xwe de îşaret bi girîngiya avakirina Desteya Bilind ya Kurd jî kir û weha got: "Desteya Bilind nûnertiya gelê Rojavayê Kurdistanê dike. Divê gelê me li hemberî helwdanên jihevxistina yekîtiyê, li destketiya xwe xwedî derkeve."


TEV-DEM li Girkê Legê lidarxist
Li gundê Dêrna Axê yê girêdayî bajarê Girkê Legê jî, Tevgera Civaka Demokratîk bi tevlîbûna sedan kesî civînek lidar xist. Endamê TEV-DEM´ê Hisên Koçer di civînê de anî ziman ku gelek hêzên navneteweyî îro li ser Sûriyê şerê hev dikin û got, ev şerê desthilatdariyê wê herêm ber bi rewşeke xerab ve bibe. Koçer destnîşankir ku siyasetên şaş yên li hemberî Sûriyê tên meşandin wê rê li ber şerê di navbera gelan de veke û got, di rewşeke weha de, Kurd wê destketiyên xwe biparêzin.

Armanc rêveberiya xweser e

Serokê Meclîsa Gel a bajarê Dêrikê Abdulbakî Hemo jî anî ziman ku Kurd bi avakirina meclîsên xwe wê rêveberiya xwe ya xweser saz bike. Hemo anî ziman ku di meclîsan de wê nûnerên her beşên civakê cîh bigirin.  Endam rêxistina Yekîtiya Star Pîroz Cûdî jî, bal kişand ser rola pêşeng ya jina Kurd. Cudî anî ziman ku di nav xebatên xweseriyê de wê jin di her qadî de cîh bigirin û misyona xwe ya pêşengiyê bi cîh bînin.

  EFRÎN




Li Amûdê konferansa ciwanan

Li Rojavayê Kurdistanê ciwanên Kurd ku weke yek ji stûna bîngehîn a şoreşa azadiyê têne binavkirin, ji bo pêşengiya pêvajoyê bikin xwe birêxistin dikin. Rêxistina Komalên Ciwan a Qamişlo, li bajarê Amûdê bi tevlîbûna hezar kesî konferansa xwe lidar xist.
Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî, yek ji hêzên herî bîngehîn yên şoreşa azadiyê, ciwanan in. Bi taybet li Rojavayê Kurdistanê ji destpêka şoreşê ve ciwanên Kurd her tim li qadan serkêşiya şoreşê kirin. Di qonaxa heyî ya şoreşê de, ji bo ciwanên Kurd erka pêşengiya şoreşê bicih bînin xwe birêxistin dikin. Bi vê armancê rêxistina Komalên Ciwan ya bajarê Qamişlo di 24'ê Tebaxê de konferansa xwe lidar xist. Konferansa bi slogana "Ciwan misogeriya serkeftinê ne" bi tevlîbûna hezar kesî li bajarê Amûdê pêk hat.Komîteya amadekar ya konferansê diyar kir ku wan biryar dabû ku civîna xwe li devereke ku ji siyasetên rêjîma Baasî hatibe rizgarkirin lidarbixin û ji ber vê yekê bajarê Amûdê hilbijartine.

Ciwan hêza mîsogerkirina serkeftinê ne
Piştî bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, derbarê rêveberê rêxistina Komalên Ciwan Çekdar Amed yê li Efrînê di encama êrîşekê de jiyana xwe ji dest dabû, sînevizyonek hat nîşandan. Paşê endamê rêxistina Komalên Ciwan Baran Zagros axaftina destpêkir kir û got, ew weke ciwanên Rojavayê Kurdistanê li ser şopa cangoriyên azadiyê û li gorî felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşengiya têkoşînê dikin. Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl jî, di axaftina xwe de îşaret bi rola çalak ya ciwanan di pêvajoya şoreşê de kir. Aldar Xelîl destnîşan kir ku hêza ciwanên Kurd ya rêxistinkirî tê wateya misogerkirina serkeftina şoreşa Rojavayê Kurdistanê.

Rêveberiya nû hate hilbijartin
Di rojeva konferansa ciwanan de, mijarên weke rewşa dawî ya şoreşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, rewşa rêxistinî ya ciwanên Kurd û pirsgirêkên ewlekariyê hebûn. Di axaftinan de hat gotin, ciwanên Kurd li hemberî rewşa aloz û zêdebûna pirsgirêkên ewlekariyê, xwe ji parastina gel berpirsiyar dibînin û li gorî wê tevdigerin. Di dawiya konferansê de ji bo rêveberiya xebatên rêxistina Komalên Ciwan a li bajarê Qamişlo, meclisa ji 13 kesan pêk tê hat hilbijartin. 

AMÛDE