Li bajarê Fransa Montpellîerê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) kongreya xwe ya 3. lidar xist. Li dû deqeyeke rêgirtinê Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan li vir peyivî û rewşa siyasî nirxand. Di kongreya bi beşdariya 80 delegeyan pêk hat de Zubeyde Denîzhan û Cevat Guneş weke Hevserokên NCDK hatin hilbijartin.
Li bajarê Fransa Dragûîgnanê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kongreya xwe pêk anî. Rapora li ser karê salekê hat xwendin û dûre komîsyonên ji 75 kesan û hevserok hatin hilbijartin.
Li bajarê Elmanya Meschede, Meclîsa Gel a Sûarlandê kongreya xwe ya 3. lidar xist. Di kongreyê de 11 komîsyon û 74 endamên Meclîsê hatin hilbijartin. Nûrsel Çelîk û Ekrem Şîmşek bûn hevserokên meclîsê.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Sûssex ya li bajarê Îngilîstan Brîghtonê, 5. kongreya xwe ya asayî lidar xist. Di kongreyê de raporên li ser xebatên salekê hatin xwendin û nirxandin. Piştre rêveberiya nû ya NCDK a ji 11 kesan hat hilbijartin.
Însiyatîfa Jinê ava bû
Li bajarê Fransa Bordeaûxê, Însiyatîfa Jinê ya Doga Jiyan ava bû.
Jinên Kurd ên beşdarî meşa 1’ê Gulanê bûn, piştre li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civînek lidar xistin. Di encama van nîqaşan de biryar hat dayîn rêxistinbûyîneke xurt û nû were avakirin. Bi vê armancê Însiyatîfa Jinê ya Doga Jiyan a ji 4 komîsyonan pêk tê hat damezrandin. Di nava însiyatîfê de komîsyonên têkiliyên derve, çand, projeyên civakî û perwerdeya ciwanan cih digirin.
NAVENDA NÛÇEYAN