
Nûnerên van rêxistinan destpêkê agahiyên amadekariyên kongreyê çawaniya pêkhatina kongrê ji Koç guhdar kirin. Hevseroka KNK’ê Koç bi awayek berfirek agahî û pêşketinên herî dawî yên amadekariyên Kongreya Netewî a Kurd, di aliyê beşdarbûn, kota, dem û xalên girîng yên kongreyê de agahî da nûnerên rêxistinan. Nûnerên rêxistinên civaka sîvîl keyfxweşiya xwe ji bo kongreyê anîn ziman û dan diyar kirin ku barê dikeve ser milê wana ewê bê kêmasî û bi dilek germ û hestên netewî pêkbînin. Civîna ku nêzî dû saetan domkirî de aliyan li hev kirin ku li gorî şert û mercên jibo delegeyan wê bên diyar kirin û kota ya ku ji wan re were veqetandin dê bi berpirsyartiyek hizra netewî beşdarî kongreyê bibin.
Piştî civîn bi dawî nûnerên rêxistinên civaka sîvîl nêrînên xwe yên derbarê Kongreye Netewî a Kurd de ji ajansa me re anîn ziman.
Endama Rekxistina Xoşewîstiya Perwerde Fêrbûn Sûat Rezaq Îbrahîm da diyar kirin ku divê em hemû Kurd bi taybet jina Kurd rolê xwe di pêkhateya vê kongreyê de bileyzîn û bikarîn bibin bersiva netewa xwe. Axaftina xwe wiha berdewam kir; “Di kongreyê de cihek berfirek ji rêxistinên civaka sivîl û bitaybet kotaya ji sedî 40 jibo jinê hatiye veqetandin jibo vê jî em bi vêya pir keyfxweşîn û hêvîdarîn emê bibin şayanê vê berpirsyartiya xwe ya dîrokî.”
Rêveberê Rêxistina Geyandin û Çalakî Demokrasî û Mafê Mirovan Hêmin Saleh jî wiha axifî: "Em wek rêxistinên civakî yên Hewlêrê amadene ji bo hemû amadekariyên kongreyê û dikarîn di hemû aliyan de alikariyê bidîn komîteya amadekar. Herwiha ji bo ku berjewendiyên netewî di kongreyê de bingeh werin girtin emê rola dikeve ser milê me emê bicîh bînin. Em bang li hemû aliyan dikin bêy ku berjewendiyên siyasî û teng bihizirin li ser esasê berjewendiyên Kurdên herçan parçeyên Kurdistanê beşdarî kongreyê bibin.”
Serokê Desgaha Standart Mesûd Abdulxaliq jî da zanîn ku gelê Kurd di dîroka xwe de cara yekeme li ser berjewendiyên netewî hewil didin pêngavên stratejik bavêjin û yeketiya xwe ya netewî pêkbînin û wiha axivi: “Ev derfetê ku ketiye destê gelê Kurd, ne bawerim Kurd ji destê xwe derbixin. Bi vê kongreyê em Kurd dikarin di gelek aliyan de bihêz bibin û dikarîn bibin navenda demokrasi, mafên mirovan û aboriya Rojhilata Navîn.”
'Beşdarî peywirekî dîrokiye
Şanda Kongreya Netewî a Kurdistanê (KNK) ku ji hevserokên KNK’ê û nûnerên KNK’ê yên Hewlêrê pêkdihat Partiya Komunist a Kurdistan (Hizba Şûî) ziyaret kir. Li avahiya partiyê hevdîtin bi şanda Partiya Komînîst a Kurdistan re pêkanîn. Şanda KNK’ê ji aliyê Sekreterê partiyê Kemal Şakir, endamên polîtbûroya partiye Dr. Kawa Mehmûd û Baba Elî Cebarî, Endamê Serokatiya Partiyê Mehyedîn Hesen Yusûf, berpirsê peywendiyên navendî yên partîyê Mihemed Şêxanî û endamê buroya peywendiyên navendî Hawmta Resûl ve hatin peşwazî kirin.
Di hevdîtinê de nûnerê KNK’ê anî ziman ku li seranserê Kurdistanê çareseriya pirsgirêka Kurd jibo me tevayî Kurdan bûye ferz ku em têkoşîna vê yekê bikin. Herwiha şanda KNK’ê da zanîn ku Kongreya Netewî a Kurd wê bibe wesîleya azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, girtiyên siyasî û çareseriya pirsgirêka Kurdên Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê.
Nûnerên Partiya Komunîst a Kurdistanê jî dan diyar kirin ku her çendî hinek pêkhateyên xebatên amadekirina kongrê ne li gorî dilê wana çêbûbin jî lê ew vê yekê ji xwe re nakin hincet ku tevlî kongreyê nebin û dan diyar kirin ku ya girîng ewe nûnertiya hemû partî, rêxistin û kesayetên serbixwe yên Kurd di kongreyê de cihe bigrin. Partiya Komunîst a Kurdistanê bang li hemû aliyan kir ku berpirsyartiya xwe ya dîrokî a jibo berjewendiyên tevayî gelê Kurd bînîn cih û beşdarî Kongreya Netewî a Kurd bibin.
DÎHA/HEWLÊR
Komîteya Amadekar dicive
Komîteya Amadekar a Kongreya Netewî ya Kurd, ji bo xebatên amadekariya kongreyê îro tên cem hev. Di 22’ê Tîrmehê de ji çar parçeyên Kurdistanê nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevli civîna amadekariya Kongreya Netewî ya Kurd bûn û liwir komîteyek avakirin. Komîteyê lez dan xebatên xwe.
Komîteyê civîna xwe ya yekemîn di 25’ê Tîrmehê de bi tevlibûna Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî re li cihê xwe pêk anî. Îro jî dê der barê xebat di çi astê de ne bicivin.
Endamê Komîsyona amadekar a Konferansê parlamentera BDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane beriya biçe Hewlêrê der barê amadekariyan de agahî da. Bîrtane wiha got: “Di pêvajoyeke wisa girîng de xebatên kongreya Netewî ya Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û dîaspora didome. Bi taybet di warê lîsteya tevlibûnê de ji komîsyonê re tê ragîhandin. Komîte di yekê tebaxê de dê xebatan binirxîne.