Li parêzgeha Helebce karmend û mamosteyan di roja 5.de çalakiyên xwe yê neçûna ser kar didomînin û doh Hewler, navçeya Şêladizê ya girêdayî bajarê Dihokê, navçeya Erbetê ya girêdayî Silêmaniyê û pêr jî hêjmarek ji mamoste û karmendên nahiyeya Qeserê ya ser bi herêma Soran li dijî derengmayîna meaşan kar, boykot kirin.
Doh hejmareke zêde ya mamostayên Hewlêr li ber Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya Hewlêrê dest bi xwepêşandanê kirin û gotin; “Ti cudahiyek navbera mamostayên Hewlêr û Silêmanî de nîne. Em hemû daxwaza mafê xwe dikin.”
Yek ji mamostayên tevlî çalakiyê bû, Gulzar Elî ji bo RojNews wiha axivî; “Em ê heya mafê xwe bidest bixwîn çalakiyên xwe berdewam bikin. Her wiha em daxwaz dikin ku mûçeyê 3 mehan ê karmend û mamostayan bê dayîn.”
Elî got; “Ti cudakariyek navbera mamostayên Silêmanî û Hewlêr de nîne, mamostayên her du cihan jî daxwaza mafê xwe dikin. Mafê me hatiye xwarin. Heya çalakiyên Silêmaniyê berdewam bikin, wê li Hewlêr jî berdewam bike.”
Çalakî belav dibe
Mamosta û karmendên navçeya Erbetê ya girêdayî Silêmaniyê li dijî nehatina mûçe dest bi çalakiyê kirin û diyar kirin ger demek zode bersivek ji bo wan neyê dayîn wê helwestên cuda jî nîşan bidin. Li navenda Silêmaniyê jî karmendên çend beşên tenduristiyên dest bi çalakiyê kirin.
Her wiha doh saet 10.00’ê mamostayên navçeya Şêladizê ya girêdayî bajarê Dihokê çûna ser kar boykot kirin û li nav bazara navçeyê dest bi xwepêşandanê kirin.
Li gor nûçegihanê RojNews ji cihê çalakiyê ragihand ku derdora 200 mamosta tevlî çalakiyê bûne û hîna çalakiya wan didome.
Gefa PDK’ê
Mamoste Serdar Qadir ê ku ji navçeya Qeserê ya ser bi herêma Soran beriya niha jî rastî gefan hatibû doh ragihand ku şevê din du kesan bi rêya du hêjmare telefonên cuda gef li wî xwarine û gotine wê ser û guhê wî
Di diyalogên telefona duyemîn de jî derdikeve holê ku kesê bi navê Mihyedîn dîsa telefonî mamoste Serdar Qadir dike û jê dixwaze ku navnîşana mala xwe bide û wiha gefan dixwe: “Tu li ku bî ezê te bibînim û guhê te bibirim. Vir Qeserê ye, Hewlêr û Silêmanî nîne. Li vir daxwaz mafkirin qebaht e.”
Mamoste Serdar Qadir li ser gefên ku lê têne kirin bi RojNewsê re axivî û got: “Ez rastî gelek gefan têm. Ji bo wê jî neçar bûm mala xwe biterikînim. Niha li cihek din dimînim û nikarim vegerim nav mal û zarokên xwe.”
NAVENDA NÛÇEYAN