Rapor amade kirin
Ebdullah da zanîn ku ji bo bi hêsanî pirsgirêkên jinan çareser bikin, daxwaza dadgehkirinên taybet anîne ziman. Ebdullah da zanîn ku wan raporên xwe pêşkêşî serokê civata wezîran a Herêma Federal a Kurdistanê kirine û wiha got: “Me daxwaz kir ku dema jinek tê berdan (telaqdan), di nava 3 mehan de hemû kar û barên wê werin bi cih anîn. Her wiha zewaca di temenê biçûkatiyê û di bin temenê 18 saliyê de, ev jî dibe sedemeke sereke ya ji bo berdana jinan.”
Xetereya pirzewaciyê
Dilxwaz Ebdullah diyar kir ku wan raporek pêşkêşî Civata Dadweriyê ya Herêma Federal Kurdistanê jî kirine û wiha got: “Di vê raporê de jî behsa wê yekê tê kirin ku dema kesek jina duyemîn li derveyî sinorê di bin deshilata Herêma Federal Kurdistanê de tîne û li gor wan dadgehan zewacê dike. Her wiha hevsergeriya ji derveyî dadgehê. Ev fêlê li dadgehan dike û dibe sedem ku di dema berdana jinan de fêl li jinan were kirin. Di heman demê de ev pirsgirêkan ji jinan re dirûst dike. Her wiha me daxwaz kiriye dewre ji dadweran re were vekirin.” Endama Civata Jinan û bepirsa perwerdeyê ya Civata Jinan Perwîn Hesen jî wiha got: “Me di serdanên xwe yên dibistanan de daxwaz kir ku li dibistanan dersek bi navê mafê mirovan jî bê dayîn. Her wiha divê der barê mafê mirovan, xwendevan werin perwerdekirin."
DÎHA/HEWLÊR