Parlamenterên HDP’ê nerazîbûn nîşanî biryara DMME’ê da û diyar kir ku DMME xwe înkar dike û ev biryar bi ti awayî nayê qebûlkirin. Parlamenteran anîn ziman ku biryara DMME’yê biryara hişmendiya serdestan nîşan dide.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji ber êşkence û pêkanîn xirab ên li dijî Ocalan miracaetî DMME’yê kiribû. DMME’yê miracaet red kir. Parlamenterên HDP’ê Huda Kaya û Meral Daniş Beştaş nerazîbûn nîşanî biryarê da û diyar kir ku ev yek nayê qebûlkirin.
Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Parêzer Meral Daniş Beştaş li ser meseleyê got, “Bi ti awayî ev nayê qebûlkirin. Tecrîdkirina Ocalan a niha li girava Îmraliyê pêk tê di ti rêbaz û pîvanên hiqûqê de cih nagire. Ev encama biryara siyasî ya li ser şexsekî ye. Tecrîd teqez rêbazeke êşkencê ye.
Beştaş, destnîşan kir ku biryarên di demên dawî de DMME dide divê bikevin bin kontrolê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “DMME’yê alî guhertiye. Dîreksiyona xwe ji hiqûqê dûr xistiye. Mixabin ji felsefa damezrandin û armanca xwe dûr ketiye.”
Beştaş di dewamiya axaftina xwe de got, pêwîst e DMME, DDB û hemû mekanîzmayên dadgeriyê vê rewşê li gorî îçtîhatên xwe binirxînin û ev di bin berpirsyarî û peywira DMME’yê de ye û wiha peyivî: “Ev biryar şerma herî mezin a sedsala me ye. Mekanîzmayên navneteweyî û dadgehên siyasî di encama polîtîkayên li hemberî Gelê Kurd de van biryaran didin.”
DMME´yê sûcê mirovahiyê nedît
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya jî nerazîbûn nîşan da û got ji bo miracaeta sala 2010’an, di 2018’an de bersiv tê dayîn û ev jî sosreteke hiqûqî ya cuda ye û wiha peyivî: “Piştî pêvajoya çareseriyê, hemû têkiliyên bi Ocalan re hatin birrîn û ev jî bi tena serê xwe sûcê mirovahiyê ye. Tenê em li pratîkên çend salên dawî binihêrin, heger ev biryar bidana wê binpêkirin û êşkence bidîtana. Biryara DMME’yê mînaka piştevaniya serdestan a polîtîk e. Ev biryar li gorî krîterên nirxên gerdûnî û mafê mirovan nîne. Divê dewleta Tirk demildest dest ji vê polîtîkayê berde. Divê hevdîtinên bi Birêz Ocalan re pêk bên.” n ENQERE