Li Kasselê, pêşangeha servekirî ya herî mezin a dinayayê Documentaya 14. îsal balê dikşîne ser xwe û di nava berhemên herî zêde xelk li wan dinihêre de, berhemên hunermendên Kurd jî hene.

Ji dûr ve yek ji van berheman mîna cihê înşaetekê, mîna şantiyeyekî xuya dike. Lê di rastiyê de ev avahiya ji 20 lûleyên mezin ên betonê, ên di avakirina kanalîzasyonan de tên bikaranîn, li Kasselê li Documentayê, veguherîna malan.

Ya rastî her kesê tê serdana vî berhemî dixwaze pê ve hilkişe jor, lê destûra wê nehatiye dayîn ku mirov bikevin van lûleyên 90 santîmî fireh, ya rastî tengê, lê belê dîsa jî ewqasî weke ku rehet be hatine raxistin.


Huner û rastî

Jineke li pêşangeha Documenta digeriya, got, “Muhtemelen di keştiyên binê avê de jî wisa ye.” Dema ku mirov tên û li ber vê berhema hunermendê Kurd ê li Berlînê bi cih bûyî disekinin, di cih de hazir in li ser bipeyivin, lewma ev berhem tesîrê li wan dike. Hunermendê Kurd Hiwa K navê “When We Were Exhaling Images/Dema me wêne bi nefesê dikişand hinavên xwe” li berhema xwe kir û ewqas detay di berhema xwe de bi cih kirine ku kesên tên serdanê her roj yeke nû dibînin.

Ji bilî aliyê hunerî yê ji bo pêşandanê yê berhema Hiwa K, aliyekî wê yê din jî heye. Gelek kesên bêstar û bêmal ên li Elmanyayê hene ku nava van lûleyên ziwa û di nava wan de doşekên rehet jî xuya dikin, ji xwe parastina ji baranê jî weke starekê xuya dikin. Li gorî kesên parastina berhemê dikin, beriya Documenta 14 dest pê bike, careke diduyan hin bê malan serketî jî xwe gihandiye nava yekê ji lûleyan.


Mirov û hewar

Hunermendê vê berhema bi girsê xwe mezin, Hiwa K, ku bi xwe berê ji Başûrê Kurdistanê penaber bûye, muhtemelen wê bi ti awayî li ber ranebûna ku kesekî bêstar ji xwe re di nava berhema wî de li starê bigere. Ew bi berhema xwe dixwaze bala mirovan bikişîne ser mirovên di rewşên pirr zehmet de. Mirovên li ser rêyên penaberiyê, weke mînak ew ên ku li benderên li Yewnanistanê dimînin û di lûleyan de ji xwe re starekê peyde dikin. Yan jî bêmalên li Şîliyê. Yan jî mirovên li Hongkongê ji ber nebûna malan di qutiyên 5 m kareyî de bi cih dibin, ya rastî neçar in bi cih bibin.


Rexneyeke ufqî li perspektîvên ber bi jor û tîk ve

Bi fikrên wisa hilberîner, ên mîna cihên dikarin ji cihekî bên kiaşndin, dîsa jî mirov di devereke wisa teng de demeke dirêj neçar be bijî, ev ê ne rehet be û heta tevzînok xwe bi tenê ji ber fikra wê jî bi laşê mirovî ve berdidin. Bi her halî dema Hîwa K bi berhema xwe me vedixwîne em rasterast li nava lûleyan binihêrin, ew dixwaze berê awirê me bide ya ufqî. Em zêde ji xwe re li hev naînin, dema ku em bibêjin, ew bi vê rexneyê li civaka me ya modern digire, a ku her tişt tîk û dijberî ufqî ye: ber jor çûn, karê zêde dibe, lê belê ne tenê ev jî, ew li mîmar û plansazên bajaran ên ku bajaran her ber bi jor ve tîk dibin jî rexeneyê digire. Bi lûleyên xwe ew dixwaze ku perspektîfeke nû veke. 


 KASSEL