Rojnamevan û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk, Rewşenbirê kurd û rojnameger Musa Anter li cihê ku beriya bi 26 salan ango 20´ê Îlona 1992´yan lê hat qetilkirin, ew bi bîr anî. Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegên Azad, Hakki Botan, li vir got, Rêya Musa Anter rêya wan e û ew ê di vê rêçê de têkoşîna xwe dewam bikin.
Hempîşe û xebatkarên Çapemeniya Azad li gel siyasetvan û nûnerên rêxistinên civakî bi pêşengiya Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad li bîrdariya Mûsa Anter ew bi bîr anî. Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad Hakki Boltan ê ji destwerdana polîsan a rijd a li bibrîanînê, ne razîbûn nîşan da û got, “Em ji bo demokrasiyê têdikoşin. Ne fîkandin û ne jî axaftina bi Kurdî sûc e. Mudaxaleyî bibîranînê dikin. Li vî welatî pêdivî bi nerînên Apê Mûsa heye. Em rojnameger in. Tenê gotina em bibêjin heye. Rêya ku Apê Musa tê de meşiya, em ê dewam bikin. Rêya Apê Mûsa Rêya me ye.”
Kom piştre bi dirûşmeyên “Apê Mûsa nemir e”, “Şehîd namirin” heta bi cihê ku Apê Musa lê hatiye qetilkirin, meşiya û qurnefîl danîn.
Li ser navê girseyê, piştre re heyetekê berê xwe da Gundê Stilîliyê yê Navçeya Nisêbina Mêrdînê da ku Musa Anter li ser gora wî bi bîr bîne.
MA/AMED