Serokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê bal kişand ser helwesta Serokwezîrê Tirk Erdogan a li hemberî greva birçîbûnê û ev tişt got: “Li hemberî me serokwezîrek dilhişk ê ku wijdana wî li hemberî mirinan naêşe û dixwaze bi vê yekê qezencên siyasî bi dest bixe heye û sîstemek dîkdatorî ya ku ji aliyê zilamekî tenê ve tê birêvebirin heye. Ji bo rawestandina vê rewşa xeter, tenê riyek heye ew jî berxwedan û têkoşîn e.”
KCK’ê bang li gelê Kurd û hemû partî, sazî û rêxistinên Kurdistanê kir ku berxwedanê di asteke civakî de xurt bikin û ji aliyên demokratîk jî xwest ku yekitiya çalakiyan a bi gelê Kurd re xurt bikin.
Serokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê der barê greva birçîbûnê ya dîlên azadiyê de û derbarê daxuyaniyên Erdogan û rayedarên hikûmeta AKP’ê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
KCK’ê da zanîn ku her çendî ew weke tevger ji bo mirin çênebin, dixwazin greva birçîbûnê di çarçoveya pêşwazîkirina daxwazên maqûl ên girtiyan de bi dawî bibe, lê Serokwezîrê Tirk Erdogan bi xwe rê li ber mirinên di zanîndanan vedike. KCK’ê da zanîn ku dê berprsiyariya mirinên di girtîgehan dê Serokwezîr Erdogan bi xwe be û destnîşan kir ku ger hemû hewldanên ji bo çareseriyê bê encam bimînin, tenê riyek dimîne ew jî, xurtkirina berxwedanê ye. KCK’ê bang li hemû hêzên demokratîk kir ku bi awayeke çalak bikevin dewrê.
KCK’ê helwesta Serokwezîrê Tirk Erdogan bi tundî rexne kir û ev tişt got: “Erdogan ji roja destpêkê ya çalakiyê heta roja 64’emîn li hemberî berxwedêrên greva birçbîbûnê  û daxwazên wan, helwesteke nemirovane û ji exlaqê siyasetê pir dûr nîşan dide û hema bêje rê li ber mirinan vedike.”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Erdogan çalakiya siyatmedar, demokrat, rewşenbîr û welatparêzên Kurd ên ku ji bilî berxwedana beden û hizira wan tu riyek din ji wan re nehatiye hiştin weke ‘şov û şantaj’ bi nav dike. Ev yek feraseta aqil, wijdan, exlaq û siyaseta Erdogan nîşan dide. Her roj gav bi gav nêzî mirinê dibin, ev yek çawa dibe şantaj? Navê vê yekê dibe di ferhenga faşîstan de şantaj be; lê di ferhenga gelan de navê vê yekê berxwedan e, bi bihayê jiyana xwe parastina rûmeta mirovahiyê ye.”

'Serokwezîr mirinan dixwaze'

KCK’ê bi bîr xist ku bi hezaran mirov ji ber xebatên xwe yên siyasî û ramanên xwe hatin girtin û wiha dom kir: “Hikûmeta AKP’ê rêbazên siyasî ji holê radike û dibêje qey ez ê bikarim bi rêbazên zorbeyî encam bigirim. Lê tenê dersek ku dîrokê nîşanî hemû mirovahiyê daye heye; yên ku çavê xwe berdane desthilatiyê, yên ku dixwazin desthilatiya xwe bi zilmê saxlem bikin, zalim, zorbe, dîkdator û faşîstên ku dixwazin li ser xwîna diherike hêza xwe xurt bike, her tim binketin bûye para wan.”
KCK’ê aşkere kir ku her çendî ew weke tevger ji bo mirin çênebin, dixwazin greva birçîbûnê di çarçoveya pêşwazîkirina daxwazên maqûl ên girtiyan de bi dawî bibe, lê Serokwezîrê Tirk Erdogan bi xwe rê li ber mirinên di zanîndanan vedike. KCK’ê da zanîn ku dê berprsên mirinên di girtîgehan de û heta yên li derve Serokwezîr Erdogan bi xwe be û destnîşan kir ku ger hemû hewldanên ji bo çareseriyê bê encam bimînin, tenê riyek dimîne ew jî xurtkirina berxwedanê ye. KCK’ê bang li hemû hêzên demokratîk kir ku bi awayeke çalak bikevin dewrê.

'Serokwezîrekî dîktator heye'

KCK’ê destnîşan kir ku li hemberî gelê Kurd sîstemeke bê wijdan û serokwezirekî dîktator heye û wiha pêde çû: “Bi ferseta yek milet, yek dewlet û yek al, niha jî bi sîstema yek serokatiyê dixwaze sîstema xwe ya faşîzan serst bike.”
KCK’ê bal kişand li ser berxwedana dîlên azadiyê jî û diyar kir ku zarokên gelê Kurd ên herî bi qîmet ji bo doza vî gelî û ji bo nirxên vî gelê biparêzin bedena xwe dane ber mirinê û ev tişt got: “Nêzikatiya hikûmeta AKP’ê ya li hemberî berxwedana dîlên azadiyê, feraseta wane faşîzan dide nîşan. Ev di heman demê de nêzikatiya li hemberî doza Kurd e jî. AKP’ê bi vê nêzikatiya xwe careke din diyar kiriye ku di AKP’ê de ne wijdan, ne exlaq û ne jî nirxên mirovahiyê maye. Ev sîsten tenê bi rêbaza zilmê dikare li ser piyan bisekine. Lê bila her kes vê baş bizanibe ku dê ev rêbaza faşîzan we têk biçe. Gelk caran hat ceribandin lê bi ser neket. Êdî di vê pêvajoyê de li derve û li hundur heke şahdetek çê be, dê AKP berpirsyar be.”

'Pêvajoyeke gelekî xeter heye'

KCK’ê aşkere kir ku dê Tevgera Azadiyê li hemberî vê zilma bi her şeklî bersivê bide û serkeftina xwe dest bixe. KCK’ê ev tişt got: “Ev sîstema ku xwe bi xwînê li ser piyan digire dê li hemberî berxwedana gelê me têk biçe. Li herberî hemû hewldanên demokratîk, AKP’ê tu gavên berbiçav ne avêt. Ji bo em pêşiya vê xetereyê bigirin, tenê riyek heye ew jî berxwedan û bilindkirina têkoşînê ye.”
KCK’ê destnîşan kir ku di pêvajoyeke ku kadroyên herî pêşent ên Tevgera Azadiyê gav bi gav ber bi şahdetê ve diçin de ne û wiha axivî: “Divê hemû kadro û welatparêzên me bizianibin ew di pêvejoyeke gelek xeter de ne. Di vê pêvajoya xeter de divê gelê me yê li welat û li derveyê welat xwedî li berxwedêrên vî gelî derkevin û serhildanê derxin asta herî bilind.” 
KCK’ê herî dawî bang li demokrat, aştîxwaz û gelê Tirkiyeyê kir û ev tişt got: “Divê hemû hêlên şoreşger, kesên xwedî wijdan û hemû mirovahî li dijî faşîzma kesk ya ku li dijî gelan pêla tunekirinê daye destpêkirin, mil bide milê gelê Kurd û li dijî faşîzmê têbikoşin. Dê azadî û gel bi ser bikeve.”

ANF/BEHDÎNAN