
Ferîdûn Sînîroglû duh bi şev hate Hewlêrê. Hate zanîn ku Sînîroglû duh li Hewlêrê hevdîtinek li çapemeniyê girtî bi Alîkarê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî re pêk anî. Piştre jî li Selahadînê hevdîtinek bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re pêk anî. Konsolosê Tirk ê li Hewlêrê Aydin Selcen jî beşdarî hevdîtinê bû.
Şêwirmendê Wezareta Karên Derve Ferîdûn Sînîroglû, li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anî. Barzanî jî da diyarkirin ku divê pirsgirêk bi rê ya têgihiştin û diyalogê çareser bibe
Sinirlioglu piştî hevdîtina bi Nêçîrvan Barzanî re li Selahadînê hevdîtinek bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re pêk anî. Konsolosê Tirk ê li Hewlêrê Aydin Selcen jî beşdarî hevdîtinê bû.
Hate diyarkirin ku di hevdîtina di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Sînîroglû de meseleya PKK û pirsgirêka Kurd li Bakûrê Kurdistanê hat gotûbêjkirin. Hate zanîn ku Barzanî diyar kir ku ev pirsgirêk tenê dikare bi rêya aşitiyane çareser bibe. Li gorî agahiyan, Sînîroglû di tekoşîna li dijî PKK’ê de daxwaza piştgiriya Herêma Kurdistanê kiriye. Barzanî jî da diyarkirin ku divê pirsgirêk bi rê ya têgihiştin û diyalogê çareser bibe. Barzanî bal kişand ser bûyer û ezmûnên berê û diyar kir ku rêbazên leşkerî û çekdarî çareseriyê nayne.
Sînîroglû ji bo tekoşîna li hemberî PKK’ê bi israr daxwaza alîkariyê ji Herêma Kurdistanê kiriye. Li ser vê israra Sînîroglû, Barzanî diyar kir “Ev pirsgirêk tenê dikare bi rêyên aşitiyane çareser bibe. Tê payîn ku Sînîroglû bi Serokwezîrê Herêmê Berhem Salih re jî hevdîtin pêk bîne.
ANF/HEWLÊR
'Tirkiye ji bo herêmê roleke xeter dileyize'
Serokwezîrê Iraqê Nûrî el Malikî Tirkiyeyê hişyar kir ku xwe têkelê karên navxweyî yên Iraqê nebe û got; “Tirkiye rola herêmê ber bi karesat û şerê navxweyî ve bibe, girtiye. Lê dê Tirkiye bi xwe di encama vê yekê de zirar bike.”
Serokzezîrê Iraqê Nûrî El Malikî nerazîbûnek tund nîşanî daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk ên der barê Iraqê de da. Malikî ji televîzyona el Hurra re axivî û hişyariya “Xwe têkelê karê me neke” da Erdogan. Malikî got; “Me nedizanî ku dê Tirkiye bi vî awayî destweredana Iraqê bike. Em bi tu awayî destûr nadin ku xwe têkelê karên navxweyî yên Iraqê bikin.” Nûrî el Malikî Tirkiyeyê hişyar kir ku xwe têkelê karên navxweyî yên Iraqê nebe û got; “Tirkiye rola herêmê ber bi karesat û şerê navxweyî ve bibe, girtiye. Lê dê Tirkiye bi xwe di encama vê yekê de zirar bike.”
ANF/BEXDA