
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan li ser pêvajoya şer, çalakiyên gerîla, rewşa Şengalê û têkiliya navbera Kurdan daxuyaniyên girîng da.
Di beşa duyemîn a bernameya taybet a Stêrk TV de Karayilan li ser pêvajoya şer, çalakiyên gerîla rewşa Şengalê û têkiliya navbera Kurdan bersiv da pirsên Mem Şîrvan.
Karayilan da xuyakirin, ku sala 2016’an ji bo HPG’ê bûye saleke fedayîtiyê û got, “Çalakiya hevrê Firat a li Cizîrê, ya hevrê Çekdar a li Elezîzê, ya hevrê Xebat a li Colemêrgê, çalakiyên li Serhed, Kerboran, Şemzînan û gelek deverên din çalakiyên serketî bûn, ku dijmin hejand. Tevî van çalakiyan çalakiyên TAK’ê jî hebûn. Têkildarî çalakiyên TAK’ê tiştekî em zêde bêjin nîne. Ji xwe me beriya niha li ser rewşê nêrînên xwe vegotibûn. Dema ku înkar, tinekirin û zexta li ser gelê Kurd bidome, Başûrê Kurdistanê bi balafirên şer were bombekirin, bêguman wê gelê Kurd jî bersiva vê bide. Yek j van rêbazan jî çalakiyên fedayî ye.Eger van êrîşan bi vî rengî bidomînin, bêguman wê Kurd jî li dijî êrîşan li ber xwe bidin.”
‘Pêvajoyeke jiyanî ye’
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan da xuyakirin, ku pêvajoya heyî pêvajoyeke gelekî girîng e ku çarenûsa gel wê lê diyar bibe û destnîşan kir, di demeke bi vî rengî de yekîtiya gelê Kurd ji her demê hêjatir e.
Karayilan da zanîn, ew vê mijarê bi rengekî stratejîk dinirxînin, lewma dixwazin hemû pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin.
Mûrat Karayilan anî ziman, di dema heyî de yên dijminê hev jî li hev rûdinên û hewl didin pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin û got, “Em jî dixwazin pirsgirêkên hundirîn û derve yên gelê Kurd bi diyalogê çareser bikin. Ev pirsgirêk çareser nebin jî divê platformek hebe, sîwaneke hevpar hebe. Ji ber vê yekê, ji bo siberoja gelê me, yekîtiya neteweyî gelekî girîng e. Ji bo xwîna ewqas şehîdan belasebep nebe, pêwîste gelê Kurd di nava yekîtiya neteweyî de tevbigere. Yekîniya neteweyî her tim li gorî berjewendiyê gelê me ye.”
‘Daxuyanî ya bêwate’
Karayilan bal kişand ser daxuyaniya Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî ya li ser Şengalê û wiha dewam kir:
“Min ti wate neda daxuyaniyên Nêçirvan ên li ser Şengalê. Çima neçar ma bi zimanekî bi vî rengî daxuyaniyekê bide, me hê fêhm nekirine. Ji xwe di navbera me de hevdîtin heye. Ji xwe me bi awayekî vekirî ji wan re gotine, piştî bidawîbûna vê nîqaşa navbera me û wan de, em ê hêzên xwe weke HPG vekişînin. Ez vê yekê cara ewilî li vir eşkere dikim. Tevî vê yekê nizanim bê Birêz Nêçirvan çima bi zimanekî bi vî rengî axiviye. Ya haya wî ji nîqaş, hevdîtin û pêşketinên dema dawî nîne, ya jî haya wî ji van hemûyan heye û dixwaze vê rewşê xera bike. Ji ber kîjan ji van sedeman bi vî rengî axiviye, lazim e îzah bike. Ji xwe pêwîstî qet bi daxuyaniyeke bi vî rengî tinebû. Wekî din, bikaranîna gotinên ku divê ti ji siyasetmedarên Kurd bi kar nîne, bêşensî ye. Gotina ‘em ê hêzê, şîdetê bi kar bînin’ tê çi wateyê? Tê wateya birakujiyê. Yanî, gelo dixwaze rê li ber şerê birakujiyê veke? Gelo dixwaze pirsgirêkan di serdema heyî de bi vî rengî çareser bike? Ev mesaja xwe ji bo kê ye? Divê were zanîn, kes bi tehdîdê encamekê bi dest naxe. Di dîrokê de gelek mînakên vê hene; PKK ne tevgereke welê ye ku bi gefan paş ve gavê bavêje. Weke min got, mirov vê rewşê fêhm nakin.”
‘Hevdîtin wê bidomin’
Karayilan anî ziman, ew ê vê rewşê neke sedema krîzekê û got, “Ev çend roj in dişopînim û dibînim ku li ser vê rewşê gelek zêde şîrove hatine kirin. Bi dîtina min, divê mirov bi israr bixwaze pirsgirêk û kêmasî bi rêya diyalogê were çareserkirin. Ev gelekî girîng e. Divê mirov nekevin nava kêmasiyên bi vî rengî. Ez bawerim wê Serokê Herema Federe Birêz Barzanî giraniya xwe deyne ser vê mijarê. Ez bawerim em dikarin pirsgirêkên xwe di nava însiyatîf û hevgirtinê de çareser bikin. Nayê wê wateyê ku ji ber axaftineke bi vî rengî wê ev pêvajo biqede. Divê rojeva me ya sereke be, ku pirsgirêkên xwe bi ahengî û diyalogê çareser bikin. Siyaseta Kurd xwedî tecrûbe ye. Tecrûbeyên me jî, yên serokatiya PDK’ê jî di vê mijarê de hene. Cîhan tev niha dibêje ‘Gelo Kurd wê bi rêbazên hemdem û diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin; yan jî pratîka berê dubare bike’ û pirsgirêkê dişopîne. Bêguman divê em li gorî tecrûbeyên xwe yên berê, rê û rêbazeke çêker esas bigirin.”
‘2017 wê bibe sala serkeftinê’
Mûrat Karayilan diyar kir, divê Kurd beriya her tiştî li hemû parçeyan yekîtiya xwe ava bikin, yekîtiya neteweyî bafirînin û bi hemû demokrat, aştîxwaz û hêzên mafên gelê Kurd nas dikin re tifaqê pêk bîne.
Di dawiya axaftina xwe de Karayilan got, “Pêwîste em bi perspekîfa neteweya demokratîk tevbigerin. Eger em li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi vê perspektîfê tevbigerin û li ser bingeha tecrûbeyên sala 2016’an nêzî sala 2017‘an bibin, em ê karibin vê pêla faşîzmê bişikînin. Eger ev bibe, wê pêşî li azadî û demokrasiyê vebe.
Em bawerin; eger em di meşa azadiya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiyeyê de bi biryardarî bimeşin, sala 2017 wê bibe sala azadî, demokrasî û aştiyê. Hêvî û baweriya me ev e. Li ser vê bingehê ez sala nû li her kesî pîroz dikim û serketinê di sala 2017’an de dixwazim.”
NAVENDA NÛÇEYAN