Alîkarê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Huseyn El-Azzam, piştî komxebata du rojan a li Rimêlanê îşaret bi girîngiya komxebatê ji bo siberoja gelên herêmê û Sûriyeyê kir û got, “Tecrûbeya 3 salan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, ji bo tevahiya gelên Sûriyeyê mînak e.”
El-Azzam diyar kir ku vê tecrûbeyê tirs û fikarên gelê Ereb ji holê rakirin û kir ku bibe yek ji hîmên bingehîn ên Sîstema Federal a Demokratîk. El-Azzam got, “Em pê bawer in ku sîstema me ya federal a demokratîk ku xwe dispêre yekîtiya gel, çand û baweriyan, wê ji hemû pirsgirêkên li herêmê û Sûriyeyê re bibe derman.”

Ti projeya “muxalifan” nîne

El-Azzam bal kişand ser hêzên li derveyî sîstema federal ku xwe weke muxalif bi nav dikin û got, ti derd an jî projeyeke van hêzan ji bo siberoja gelên Sûriyeyê nîne. El-Azzam wiha peyivî, “Ev hêz, şer weke guhertina mezheb an jî desthilatdariyê dibînin.”
El-Azzam da zanîn, çavkaniya kaos û krîza li Sûriyeyê, feraseta netewe-dewlet û mezhebperestiya xwe dispêre tekperestiyê ye. Huseyn El-Azzam da xuyakirin ku sîstema wan neteweya demokratîk ji bo Sûriyeyê û tevahiya Rojhilata Navîn esas digire û got, “Neteweya demokratîk, netewe-dewlet, yek partî, yek nijad, yek çandê ku xwe dispêrin tekperestiyê, red dike. Sîstema neteweya demokratîk xwe dispêre felsefeyeke azadîparêz û hemû gel, çand, bawerî û zayend bi rengekî wekhev di nav de cih digirin.”

Bi tevlîbûna gelan çareseriya pirsgirêkan

El-Azzam bi bîr xist ku li Sûriyeyê û gelemperiya Rojhilata Navîn cihê herî ewle û aram, Rojava û qadên rêveberiya demokratîk in û got, “Ev yek xwe dispêre felsefe û sîstemekê. Em dixwazin zîhniyeta netewe-dewletê ji holê rakin û neteweyeke demokratîk ava bikin. Tevî ku ev sîstem nû ye, gelekî bala gelan dikişîne. Em bawer dikin di dema pêş de wê temamiya gelên Sûriyeyê tevlî vê sîstemê bibin û bi vî rengî pirsgirêkên xwe çareser bikin.”

‘Em ê îlan bikin’

Alîkarê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê, Huseyn El-Azzam bi bîr xist, ku ji gelek derdorên li gelemperiya Sûriyeyê tevlîbûn li komxebata li Rimêlanê çêbû û got, vê yekê hem li hundir hem jî li derve rê li ber reaksiyonên erênî vekiriye. El-Azzam wiha dirêjî da gotinên xwe: “Hin hêz ji ber sedemên cuda nekarîbûn tevlî komxebatê bibin. Lê em ê wan di dema pêş de tevlî bikin. Em ê xebatên xwe xurtir û leztir bimeşînin û di dema pêş de federasyona demokratîk ragihînin.”

Çareserî û siberoj bi federalîzmê ye

Di dawiya axaftina xwe de El Azzam got, “Gel bi baldarî nêzî civînên di vî warî de dibe. Dixwaze sîstema federal baştir fêhm bike. Em dikarin bi hêsanî bibêjin ku sîstema federasyona demokratîk bûye hêviya tevahiya gelên Sûriyeyê. Di çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê de rê û rêbazeke din ne pêkan e. Lewma yên li derve li hev dicivin û hewl didin li şûna Esad rûnên, ne bi gelê Sûriyeyê bi hêzên derve ve girêdayî ne û bi zimanê wan diaxivin. Ev derdor naxwazin pirsgirêka li Sûriyeyê çareser bibe. Berevajî, dixwazin pirsgirêk dewam bike. Ji ber ku pirsgirêk biqede, wê rola van derdoran jî biqede. Gelek welatên Ereb me qebûl dikin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk gav bi gav rewa dibe. Çareserî û siberoja Sûriyeyê di federalîzmê de ye.”

MEHMET NÛRÎ EKÎNCÎ
ANF / AMÛDÊ